• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
10 albûmên Kurdî yên herî baş yên 2014 ê

10 albûmên Kurdî yên herî baş yên 2014 ê


barkirin: Befranbar 2, 2015, 10:59


Hawarnet eve 6 sale her sal 10 albûmên herî baş yên Kurdî li gorî pîvanên cûrbecûr hildibijêre. Îsal jî 10 albûmên herî baş yên Kurdî hatine hilbijartin û encamên vê hilbijartinê hatine weşandin.

Encam û vekolîna Hawarnetê wehaye.

Di sala 2014’an de jî ji zêdetirê 200 albûmên Kurdî ên baş û xirab ji 4 perçeyên Kurdistanê û ji Ewrûpayê tevlî arşîva mûzîka Kurdî bûn.

2014’an di warê muzîka Kurdî a hemdem de salekî baş bû.

Yek ji albûma ku îsal herî zêde guhdarvan bi li bendê bûn albûma Mehmet Atli bû lê mixabin strana Tirkî ku di albuma de cîh digre û ger bi albûma “Wenda” re bê miqayese kirin ji gellek aliyan de “Birîn” bersiva bendeweriyan neda. Her wiha albûma Xêro Abbas a bi navê “Tu” jî heman avahî bersiva bendewariyên guhdarvanan neda. Em dikarin bêjin ku albûma “Tu”  albûma herî xirab ya karîyera muzîkê ya Xêro Abbas bû.

HAWARNET îsal jî li gor krîter û pîvanên wek;

– Rêjeya guhdarî kirina di platformên dîjîtal ên wekî Deezer, Spotify û TttnetMuzîk û YouTube’ê de
– Naverok û taybetmediyên albuman ên di warê pêşxistin û dewlementir kirina muzîka Kurdî de
– Balkişandina di medya û torên sosyal de û bikaranîn û tevgera di medyaya sosyal ji aliyê xwediyê albuman de,
– Hejmara nûçe û hevpeyvînên ku di medyaya Kurdî de derketine,
– Qelîteya teknîkî, estetîkî a deng û bergên albuman,
– Hewla ji bo nasandina albuman ji aliyê xwediyên wan ve,
– Hejmara daxistina albûman di platformên qanûnî û di forumên mûzîkê de,
– Rexne û şîroveyên guhdarvanan,
– Rêjeya xwendina nûçeyên albuman ên di HAWARNET’ê de hatine weşandin û nêrînên edîtorên HAWARNET’ê,
– Hejmara firotina albûman, populer bûn…

10 albûmên herî baş a mûzîka Kurdî a Kurmancî  (bi taybetî albumên ku li bakurê Kurdistanê derketine) ên sala 2014ê hilbijart. Wek pîvana sereke asta qelîteya mûzîkê hate esas girtin ku albûmên han karîne ku di mûzîka Kurdî pencereyên nû vekin û muzîka Kurdî zêdetir pêş bixin.

Bêguman di nava albumên ku di vî lîsteyê de tune jî albumên baş hene. Amade kirina lîstekeye tekuz a wan mercan de ne gengaz e. Hin albumên ku zêde bala medyaya Kurdî nekişandibe jî divê hunermendên Kurd xwe rexne bikin û zêdetir girîngî bi nasandina albumên xwe bidin.. (HAWAR NET)

1. Kurdish House Project – Rênas Mîran

2. Ax – Tara Mamedova

 

3. Rê Newa – Raperîn 

4. Birîn – Mehmet Atli

5. Lorîna Sibê – Agîd Işik

6. Li Ber Derî – Xeyal

 

7. Koçber – Berfîn Mamedova

8. Tu – Xêro Abbas
 

9. Xewn – Evîn

10. Aşitî – Agirê Jiyan
 

 

+ Bonus….

5 albumên herî baş ên muzîka Kurdî ya gêlerî

Rojda – Kezî

Dîlberê – Servet Dewran 

Xem – Xezal

De Were – Kemalê Amed 

 

Stranên Dilê Min – Leyla Xan

 

 

dîtin: 1165

Pêveker:

10 albûmên kurdî yên herî baş yên 2014 ê