• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
115 nivîskaran ji bo DÎHA çi gotin? | Cemil Oguz

115 nivîskaran ji bo DÎHA çi gotin? | Cemil Oguz


barkirin: Hêzîran 2, 2014, 10:27


Pêşgotin: Ev nivîseke li ser etîka rojnamegeriyê …

Em ji vir dest pê bikin:

“Freedom House” (Mala Azadî) li ser çapamenî her sal raporan diweşîne û li kîjan welatî çapemenî azad e, nîvazad e, yan jî qet ne azad e eşkere dike. Freedom House îsal biryar girt ku Tirkiyeyê di warê çapemeniyê de ji beşa “nîv-azad” bixe nav “Welatên ku ne azad in”. Freedom House ji bo DYA’yê jî biryar da ku di nav “welatên azad” de wê ji rêza 32’yan daxe 46’an. Serokê Freedom House kesek bi navê David Kamer e ku ew di navbera salên 2008-2009’an de wekî Cîgirê Wezîrê Karên Derve yê DYA’yê ji Demokrasî û Mafên Mirovan Berpirs bû. Yanê ne dijî DYA’yê ye lê heta dikare rastiyan tîne ziman. Ji bo welatên din jî bi heman awayî tevdigerin.

Dîrektora projeya ku nota Tirkiyeyê daxistiye kesek bi navê Karin Deutsch e. Blogek bi navê “The TurcoFile” ku li ser Tirkiyeyê kar dike ji Karin Deutsch pirsek bi vî rengî kiriye: “Li gor lêkolîna we, bi ya te li Tirkiyeyê aliyên herî xirab ên çapemeniyê çi ne?”

Wisa bersiv daye Deutsch: “… Di salên dawî de hikumet û xwediyên gelek saziyên çapemeniyê têkiliyeke gelekî nêz bi hev re sazkirine. Ev yek bûye sedema çêbûna otosansurê û bûye sedem ku ji ber sedemên siyasî gelek kes ji kar hatine avêtin…”*

Bi gotineke zelaltir; ji ber têkiliya hikumetê û xwediyên weşanan hem otosansur zêde bûye, hem rojnameger ji karê xwe hatine avêtin û azadiya çapemeniyê nemaye.

Em bala we careke din bikişînin ser gotinên Karin Deutsch û li çapemeniya kurdan binêrin ka kîjan (dev ji nêzbûnê jî berdin) ne ê desthilatdariyê ye:

Li Bakur; ên sereke Stêrk TV, Med Nûçe, MedMuzîk û hinên din, ên tevgera bakur in.

TRT 6 ligel ku bi baca ku gel dide weşanê dike jî wekî berdevkê hikumetê kar dike.

Li Başûr; Kurdistan TV yê PDK; KurdSat yê YNK’ê, KNN ê Goran, Rûdaw yê Nêçîrvan Barzanî û hwd.

Li Rojava: Ronahî TV yê PYD’ê…**

Çi ma?

Radyo û rojname jî bi vî awayî.

Malper?

Malperên PDK, YNK, PKK, PYD û yên rêxistinên din jî hene. Malperên ku ji Başûr heta niha pere girtine û weşanê dikin (hin ji ber pere xilas bûn weşana wan rawestiya) ne hewceye em qal bikin.

Em careke din dîtina Karin Deutsch bixwînin: “… Di salên dawî de hikumet û xwediyên gelek saziyên çapemeniyê têkiliyeke gelek nêz bi hev re sazkiriye. Ev yek bûye sedema çêbûna otosansurê û bûye sedem ku ji ber sedemên siyasî gelek kes ji kar hatine avêtin…”

Tenê ji ber ku têkiliya hikumet û xwediyên weşanan xurt bûye rêgeza rojnamegerî hatiye binpêkirin, berdevkiya hikumetê dest pê kiriye.

Vê carê em berê xwe bidin pirsa ku me kiriye…

Nûçeyeke wisa hate weşandin: “Rewşenbîrên kurd li hemberî PYD’ê serî hildan”…

Ew “rewşenbîr” (di nav de nivîskar, rojnameger, doktor, wergêr, helbestvan û hwd. hene) rexne li PYD’ê dikin. Ew kî ne? Me got hin jê rojnameger in. Li ku dixebitin? Li ew tv, yan weşanên li jor me qal kir. Karin Deutsch çi dibêje? “Têkiliyeke nêz”… Ev ên îmze avêtine bin wê metnê, dest ji têkiliyeke nêz berdin, raste rast di nav weşana aliyekê de dixebitin. Dema wisa bin çawa dikarin rexneyê li PYD’ê bikin? Tu ji xwe alî yî, bi çi rûyî tu rexne dikî? Bi kîjan etîk î?

Hin ji wan kesên îmze kirine li Başûr dijîn û di televîzyonên Başûriyan de dixebitin.

Em tiştek wisa bibêjin: Roja 19’ê gulana 2014’an li Başûr, hêzên PDK’ê bi ser saziyên wekî  kurdan ên wekî DÎHA (Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê), KNK, PÇDK, Rojî Welat, RJAK û hwd de girtin. Em yên din jî deynin aliyekê, em tenê li ser DÎHA’yê bisekinin û pirsek wisa bikin: Ev rojnamegerên îmzeya wan di nav 115’an kesan de ye, li hemberî serdagirtina DÎHA’yê tu daxuyanî dan, tu reaksiyon nîşan dan? NA! Wê çaxê, ka etîka we?

Dema gotin PYD be tîran biweşîne, dema rexne bû PDK bêdeng bimîne… Ev e rojnamegerî?

Bi vê rojnamegerî kurd dê çawa bikaribin azad bibin? Welatek wan hebe jî dê azad bin?

***

Ez beşdarî te nabim biracan

Hevalê me Îkram Balekanî di rojnameya Azadiya Welat, di quncikê xwe de meseleya “Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan” ku çapemeniya kurdan a Bakur zêdetir wisa bikar tîne girtiye dest û gotiye, “Divê ne wisa, wekî Rêber Apo” bê bikaranîn.

Ger em dîsa ji ser “azadbûna çapemeniyê” re bidomînin… Her du bikaranîn jî şaş in.

Çapemenî nikare pênasan li kesan bike. Dîsa çapemenî nikare kesekî wekî rêberê gelekî nîşan bide. Em bibêjin kurdekî xwendevanê Azadiya Welat e lê Ocalanî wekî rêberê xwe qebûl nake… Ocalan çawa dikare bi zimanê Azadiya Welat bibe rêberê wî? Dîsa çapemenî nikare bibêje, “Rêber Apo” jî. Ha, di nûçeyê de, hevpeyvînê de kesekî pênasê wekî “Rêber Apo” yan “Rêberê Gelê Kurd Ocalan” bikar bîne, di nav neynûkê de ev gotin têne bikaranîn. Lê rojnameger bi xwe nikare vê wisa bikar bîne.

Mînak, rojnameyeke Amerîkî bibêje “Serokê Gelê Amerîka Obama” dibe? Ew jî nabe.

***

‘Asayîşa PYD’ê?!

Hin “çapemeniya kurdan” (yanê hin malper û hin TV) bi taybetî gotina “Asayîşa PYD’ê” yan jî “YPG ku bi ser PYD’ê re ye” bikar tînin. Çima?

Mesela ji wan weşanan çima yek ranabe wisa nabêje, “Pêşmergeyên PDK’ê?”…

Em dizanin ku pêşmergeyên PDK’ê jî, yên YNK’ê jî cuda cuda hene û hê jî nebûne yekparçe. Dema pêşmerge bin dibin “Pêşmergeyên Kurdistanê” lê dema YPG be dibe “Bi ser PYD’ê re”…

1- YPG her dibêje, em ne girêdayî YPG’ê ne.

2- Asayîşa Rojava her dibêje, “Em bi Zagonên Rêveberiya Xweser ve girêdayî ne, ne bi tu partî re”…

Mesele çi dibe bila bibe çapemenî mecbûr e li gor pênasa ku wan li xwe kiriye tevbigere. Ger YPG dibêje em ne girêdayî PYD’ê ne, çapemenî nikare wê pêve girê bide. Ne etîk e mirov li gor dilê xwe tevbigere.

***

 

Wekî encam

Fikra min ev e: Kêmasî yê kîjan alî dibe bila bibe rastî ew e ku mirov di çapemeniyê de bîne ziman. Ger na, wê çaxê em nikarin qala çapemeniyeke azad bikin. Û biya min niha li nav kurdan çapemeniyeke azad tune ye.

Ger kurd Kurdistanekî dixwazin pêdivî bi çapemeniyeke li gor rêgezên rojnamegerî kar dike heye. Di TV, radyo, rojname û malperan de pêdivî bi vê heye. Ev nebe Kurdistan hebe jî dê tevlihev be. Çapemeniyeke azad mimkûn e? Bersiva vê erê ye jî, na ye jî.

***

*Neqilkirin ji nivîsa Cengiz Çandar (07.05.2014, Radikal)

**Hûn delîl bixwazin ez nikarim delîlek bidim we ku ev tv, yan amûrên çapemenî bi awayekî fermî yê van rêxistinan in, lê kirinên wan ji bo min delîl in.

 

DIYARNAME

 

dîtin: 488

Pêveker:

115 nivîskaran ji bo dÎha çi gotin cemil oguz

Babetên nêzîk