• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Ji Bicîhbûna Kurdên Qanarya’ya Stenbolê Heta Serhildana Kobanê !

Ji Bicîhbûna Kurdên Qanarya’ya Stenbolê Heta Serhildana Kobanê !


nivîskar: Şivan Zeren
barkirin: Hêzîran 22, 2015, 2:20


Navê Qanarya ji gotina ‘Kapanarya’ ku bi zimanê rûmî ye tê; vateya wê bihûşta balindeyan e. Ji ber vê yekê hemî cade û kolanên wê jî bi navê balindeyan hatiye lêkirin. Ji mêj ve ye gundê girêdayî bajaroka Kuçukçekmece ye ew jî wextekê girêdayî navçeya Bakirkoya Stenbolê bû. Çaxê ko bavê min ji Kurdistanê bi kaçaxtî dihat Stenbolê kaxizên A30 ji binxetê bi erzanî dianî û li qehweyên bajêr difirot jixwe re. Di salên 1967-1968an hatiye Qanaryayê helbet wê demê Trakyayî, koçberên Bulgaristanê û idan li vir hebûye. Mileke taxê daristan e, hinek kesên ji bajêr tên nêçîra kewan, milekî wê jî fabrîkeyên keviran e, latan didin ber dînamêtan, ber golê, ji pêlên behrê digihe ber rêlhesinên trênê.
Piştî ku bavê min diya min direvîne bi çend sal şûnde li vê taxê erdekî ji xwe re dikire. Carna tên seyranê vêdê tevî mamê min ji Yedîkûlê hetanî vêdê. Sedema biryara bavê min yek jê derveyî bajêr li vêdê xwe ewletir dîtiye, him jî xwestiye ji mala kalkê min cihê be, malbata xwe re bijî.
Haya serok û teşkîlata CHPê çêdibe ko işqiya Hekîmo (Hikmet Zeren) li vê derdorê bi cîh bûye dixwazin bavê min pêşî nas bikin, tên ziyaretê. Salên 70î çaxê li hev ketina ûlkûcî û çepgiran e… Gava rojnamegerek ji bavê min ramana wî ya siyasî dipirse bavê min jî bêşik dibêje ez çepgirim. Ji vê agahdariyê weke ko piştgirî û navê bavê min jixwe re li hemberî ûlkûciyên şoven bikar bînin têkîlî bi bavê min re danîne. Karek ji bav ê min re hewceye, ew jî dixwazin alî bavê min bikin. Pêşî dibêjinn em deynin serê zabitan, lê perê memûrtiyê têrî cimeata wî nake!.. (Ji ber ko wan salan heçî ji anadolî û kurdistanê bihatana wek dergeheke şêxê dihatin li mala bavê min ji ber ko li rojnameyan de her ro wek rêzenivîs meseleyên wî derdiketin)
‘Axir civîn di nava xwe de çêdikin, digihin wê qeneatê ko karê mitahîtî hînî bavê min bikin him wek madî, him wek prêstîj karekê baştir be. Ji bo wan salan bavê min wisa dibêje:
“Mekteba ewilîn li taxê vebî, ji bo serokê yekîtiya malbatan hilbijartin çêbû. Neh namzet hebî ez tenê kurd bûm û ez hatim hilbijartin. Jixwe yekem Kurdê cî bûyê vê taxê jî ez bûm. Ji ber ko navê kurdan xûdan soz, xûdan kesayetî dihate dîtin ne wek îro her tevîhevî, nelirêtiyê ve neketî bî navê wan. Lewma gelek Trakyayî dengê xwe dabûn min.
Pêşî min îhaleyên biçûk digirt li şaredariyê. Rojekê Şêxmûsê Kercewsî hat vêdê xwe li min girt bicîh bû. Axayekî Kercewsê bavê wî kuştibî ew jî tevî birê xwe, nava Batmanê li mizgefta mezin wî axayê kuştin ji bo heyfa bavê xwe. Birê Şêxmûs girtibûn ew jî lêdabû hatibû Qanaryayê.
Rojekê nava taxê biniya kohnekê min zilamekî fêkîfiroşê bi kûmikê Bedlîsê dît bi ken lê fekirîm. Ew jî got çima li min dinihêrî û min jî bersivand, komek hevalê min çêbûbûn ji Bedlîsê ku wextekî hatibûn malbajarê min Cizîrê. Gava zilam navê Cizîr pêhesiya got tu ji wêdê yî?
Min go belê û zilam min hemêzkir û cîh vekir ji min re, bi destê xwe fêkî qeşart ji bo min. Navê wî Mûsa bu me dest bi kurmancî kiribû. Helbet li xerîbiyê meriv piştî salan kesekî ji gelê xwe, kelepûra xwe bibîne hestekî cûda ye.
Demekê ez pêhesiyam ko yeke ji Cizîrê jî hatiye taxê ez lê geriyam ta ko min dît ew buye kîrêciyê Mûsayê Bedlîsî. Eliyê Cêlekî ji ber xwînîbunê, tevî kom û kifleta xwe hatibû xwe li vêdê ve spartibû. Halê wî nebaş bû, di feqîrî û belangaziyê de dijiya. Min piştre ji bo karên şaredariyê carna kar dida pêşiya wî.
Piştre min îhaleyên rêyên taxan girt; Avcilar, Esenyurt, Înonî, Qanarya…yekem rêyên van taxan me vekir û me bingeha qanalîzasyonê çêkirin. Werhasil karê min zêde bûn, karker hewcebûn çûm ji Kercewsa Êsê jî gelek kes bi xwe re anîm ji bo xebatê.’
Her ko tax mezin dibû koç ji bajaran digirt. Her sal ji çar hêlan ji her çandî mirov hevûdu kişandin vê taxê. Salên 90î êdî qefle bi qefle ji welat dihatin, ji gundên şewitî, ji bajarokên êdî hew koça gundan radikirin… ”
Ez zaro bûm lê min hertişt fêhm dikir. Tirkên kuçeyên me ji hatina kurdan aciz dibûn lê ez bextewar bûm, min xwe ewletir hîs dikir. Wan salan sî û şeş kurdên başûrî ji Enfala Sedam reviyabûn hetanî Stenbolê, li qada Beyazîtê rastî kurdekê hatibûn jê alîkarî xwestibûn wî jî berê wan dabû Qanarya li Qehwehaneya bavê min ko wek ofîs jixwe re bikar dianî. Bavê min jî wana anî sê qetên li ser xêniyê me hê qebe înşaat bû bicîhkir û bi salan me li wan xwedî derket. Kurdên Êzîdîbûn, axlep ji Silêmaniyê bûn soranî xeber didan. Dê û bavê min ji min re digotin zarokên wan re rêberiyê bike, navê te Şivan e hewceye tu xwedî li wan derkevî. Kêfa min jî dihat ji ber ko zarokên wan bi qewet û wêrek bûn. Derbekê statûya min ya taxê guherî bû, zarokên tirkan newêrî bûn bela xwe li min bidin. Piştî çend salan 95-96an ji welat qefleyên hê meztir hatin. Me kurdên başûrî bi kaçaxî şandin Elmanya û Awistûralia.

Girtina brêz Ocalan
Piştî wan salan hetanî girtina birêz Abdullah Ocalan kurd bêhtir xwe bi cîh kirin, xanî standin, naskirina van erdan û bi hesreta welatê xwe dijîn. Entegrebûnek nediyar, cîrantiya kotek bi tirkan re jiyaneke kaotîk pêkanî bû li taxê. Herkes hê li kurdî xeber didan, bi kurdî henek dikirin, bi kurdî pevdiçûn…
1999ê Sibatê cara yekem ewqas eşkere bi girtina Abdullah Ocalanî re reaksiyonek vî şiklî nîşê kirin. Wê rojê caeda şahîn(caeda navendî ya sûkê ye) weke ko rikê dilê wan bûbû lehî li dîwarên taxê dida. Ji camê dikanên tirkên faşîst bigre, erebeyên wan, otobûsên şaredariyê, hertiştî dabûn ber xwe şewitandibûn. Êdî polîtîktir, birêxistinkirîtir bûn lê bin ve bişavtîn li her qada jiyanê wan dirizand. Zarokên yên hatî gelekê wan ketibûn tekstîlan, hineke ji wan ketibûn karê çemrê, mîdye difirotin, pêlav boyax dikirin… Her sal di Newrozê de, trêna bi xemla kesk û sor û zer dihate xemilandin ji vê taxê bi rê diket qada Kazliçeşmeyê. Her sal êrîşên faşîstên Kuçukçekmeceyê li trêna dibûn, gelek brîndar jî ketin lê inyada Newroza rengîn ne terikandin. Her sal min serê sibehî erbaneyê dida li sûkê, kom bi kom em dikêşan caeda trênê ve…
Helbet wek siyasî her sal heman şêwazî kom dibûn belav dibûn lê her yên ko li nav rêxistinan de bicîh digirtin heman kes bûn. Komeleyên me tenê ciwanan geş dikirin ji bo şervantiya çiyê, xwendekarên me li mekteban ji cemaata Feytulla Gulen re mûhtac, çerxeke bişaftinê, jixwe dûr ketinê destpê kiribû. Êdî dayîkên zarokên xwe re tirkiyeke xirab dipeyive diketin ber çavê min, ciwanên tînerkêş, ciwanên diçûn taxa tirkan li dîskoyan de bêvate xwe li kirêtiyê didan (wek taxa cennet, taxa sultan murat)… êdî civaka me ji qontrolê derdiket. Li kolanan hinek Bawariyên Mîdyadî û hinek Sêyîdên Nisêbînî li hev dixistin, şerên pûç mezin dikirin li ber hev. Karê partî lihev anîn, heke werin partiyê jî sohbetên îdeolojîk û çalakiyên her car heman terzî pêkanîn…
Kurd tenê siyasî tev digeriyan û meqesek navbeyna xwe û xwendinê re dixistin. Weke ko herkes gerîllayeke bi teqlîd tevdigeriyan, li gor qaîdeyên bajêr xwe rêxistin nedikirin. Gelek qedexeyên bêvate jî li rêxistinên xwe yî civakî bicîh dikirin. Yên ji vê disîplînê razî dom dikirina yan bi çiyê ve derdiketin, yan hepsê diketin. Kêm kes li taxê ma ji van ciwanan heta niho li taxê. Yên nerazî jî bi şiklekî sar dibûn, jê dûr dixistin yan jî nîqek li stûyê wan dixistin. Wek gundiyan lê bi şêwazê çepgiriyê tevgerîn enerjiyeke me mezin xwar belkî gelek cihan wek vê taxê. Tiştekî mezin hebû ko rêxistin li ser şipê digirt tevî her rewşî ew jî bawerî û berdêla ko dihatin dayîn.
Bi avayekî civaknasî li pêşeroja xwe nefikirîn, tenê berxwedana çalakiya siyasî. Malbatên ko berdêlên mezin dabûn nikarîbûn li keviya vê metropolê hevdu wek berê bigirin. Perçe dibûn ji gund, eşîr, malbat û ji kesayetiya xwe. Zarokê wan li pey zarokên tirkan ketî, ji siyasetê wan dûr ketî, ji bin qontrola wan derketî tevdigeriyan êdî.
Hevdu biçûk kirin, li hevdu xistin ne bes bû gava dihatin ber malbariyên xwe îca pevçûnên Bedlîsî û Mêrdîniyan sor dikir hin kêmaqilan. Valahiya fikrê netewî bi her galegala beredayî, fesadî û bêkesayetiyê tijegenî dikirin.
Tirkên bi dilê xwe hatine van deran di cîraniya xwe de normal, mûtewazî bûn lê bi ramanên xwe şoven, qûretiya wan madê min dixelandin. Kurdên di kaotîka herî dijwariyê de li xwe, li dora xwe bêrêgeh dida jî mabûm heyîrî. Ji vê malmîratiyê mûxtarî diket destê Tirkên Tirakyayî tevî ko hejmara me ji wan gelekî zêdetir bû. Tevî ko gelek namzetê wan, yek namzetê me hebû.
Taliya talîn bi tifaqiya kurdan mûxtarî derket ji destê tirkan. Necat Karadenizê Mêrdînî bû yekem mûxtarê kurd ya taxê. Ew roj mûxtar li ser milê hezaran kurdî ve, wî serê caeda şahînê heta milê din birin anîn bi kêf û coş. Hinek tirkan aciz dibûn digotin êdî li vê taxê em namînin, hinekê ji wan jî bin simbêlê xwe ve dikeniyan digotin kurdan dîn bûne, heçko serokvezîr derxistine şahî çêdikine.
Vê hilbijartina dawî tirkan nexwestin rûyê me cardin bikene, lewma yek mûxtar danîn li hemberî kurdan lê dîsa namzetê kurdan Hamza Aslan bi saya tifaqiya firehtir buye çend hezar deng ferq jî avêt mûxtarî destxist. Li taxê dîsa şev pîrozbahiyeke heybed çêbî, baweriya kurdan geştir bû. Ji hingî ve tirkên tehemmûlî vê rewşê nekirin hêdî hêdî ji taxê koçî taxên din kirin.
Wê navberê li taxê Ydg-h bandora xwe xurttir kir. Li ser çeteyên taxê ve girtin, firotina bonzayî û esrarê qedexe kirin û fihûşa ko li taxê dewlet dixwaze bicîh bike pêşî hate girtin. Insiyatîf hinekî kete destê û 7ê Kewçêrê ji bo Kobanî tiştê ko niştecihên taxê nedîtibû pêkhat. Çar hawîrdorê taxê bi aliyê hezaran kurdî ve hate girtin. Tax zêdetirî deh cihî ve hate zeftkirin, benqa û avahiyên dewletê dan ber agiran, marketê Bîm deriyên wê ji bo gel hate şikandin û tax xweseriya xwe îlan kir.
Ydg-h piştî 16 00an emrê dikan girtinê dabû dikandaran û dikanan dihate girtin. Çar hawîrdorê taxê xendek hatibû vekirin, hesinên lexema avê jî hatibû şikênandin. Her roj digiha êvarî dengê tilîliyan li ser taxê diket, bilindî helîkopteran dibû. Saet 21 00an hemî kurdên taxê dengê beroş, kevçî û her çi rengê hesinî deng derdixistin hetanî nîv saetekê. Ciwanên rûpoş û yên stûpêçan ji biniya çav hetanî gewriyê girtîne, hetanî nîvê şevê li hember xazên bêhejmar berxwedana ciwanan menzera yekîtiyeke bêhempa derdixist holê; dayîkan bi tayê sitilên tije av dadixistin ji şibakeyan ve ji bo fîşekên xazê biavêjin nav avê dûxan jê dernekevê. Çûm li rexê jor ko agirê herî mezin li wê çeperê ve digirtin berxwedêran. Hevalek bavê wî bi aliyê dewletê ve hatiye qetil kirin organîze dikir. Silav da min û hat cem me sekinî bi bişirînek şikestî got Şivan vaye em mil bidin hev çawa xurt dibe serhildan ne?..
Vaye yên ko ketibûn nelirêtiyên cûr be cûr bi tevî hemî awareyên kûçeyan li rex zarokên camêr sekinîne wek netewekê em giş li ser piyane. Ji dikanekê ava fêkî, beqlewe hatibû şandin li ser hevalan hate belav kirin. Herkes bêtirs, ji mirinê re amade disekinîn. Caeda Şahîn di nîvê taxê de ye û herî caeda aktîv e. Hemî stûnên lambeyan çi hesinî be çi beton, hemiyan şikandibûn. Menzera caedê wek fîlmeke şerê xofî dixist dilê mirovan. Hinek ji wêdê derdikevin, hinek vî milî derbas dibin lê timî hereket heye li vê tariyê de. Di destê hinekan de molotof, hinekan hesin û kûç girtine. Li hesinên dorê dixin, dengê bi rîtim diçe polêsên bi tirs li taxê dinihêrin. Herkes dileke tije barûd, enirîna agirîn dihebîne.
Piştre du helîkopterên serserê me digere sînyala operasyonê dide polêsan, bê hejmar polêsê wan jî hetanî nîvê şevê bi me re dikevin cengê û piştî nîvê şevê diwestin, dev ji taxê berdidin.
Tiştê xerîb wê rojê û rojên din gelek kurdên apolîtîk jî min dîtin ko di çalakiyan de cîh girtin.
Wan rojan tirkan mirûzê xwe dikirin, nedixwestin hînbin jixwe re ko kurd ji bo çi diêşin, sanc dilê wan bo çi girtiye ko qêr dikin bê navber. Cîrantî, entegrebûna kurdan ji wan rojan pêde derbeke mezin xwar. Koça kurdên rojavayî li dêvla tirkên koç kirî girt. Tax her ko diçe dibe gettoyeke mezin ya kurdan, dibe kesk û sor û zerek li stûyê Stenbolê.

Şivan Zeren 05.05.15

dîtin: 655

Pêveker:

ji bicîhbûna kurdên qanarya