• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
25. salvegera koça dawî ya zehmetkêşê Kurd Mihemed Şêxo

25. salvegera koça dawî ya zehmetkêşê Kurd Mihemed Şêxo


barkirin: Adar 9, 2014, 3:50


Îro 25. salvegera koça dawî ya hunermend, dilbiêş û zehmetkêşê welatperwerê Kurd Mihemed Şêxo ye. Hunermendê Kurd Mihemed Şêxo bi berhemên xwe yên Kurdî û bi taybet li gorî jiyana xwe helbest û sitranên ku vejandî û vegotî ve di dîroka Kurdan de û di dilê Kurdan de ciyekî xwe yê zêrîn girt. Mihemed Şêxo yê ku jiyana wî ji ber xizmetkariya Kurdewarî di nava hejarî û koçberî û perîşaniyê de dibihure bi axîna dilê xwe olana hestên xwe gihande roja me ya îro û dê ev olan hetanî sedan salên dahatî yê Kurdan jî bête bihîstin û guhdarkirin.
Deng û hestê nemir Mihemed Şêxo yê ku bi dengê xwe û tembûra destê xwe azar û hawara Kurdan veguheste îro û pêşerojê berî bi 25 salan jiyana xwe jidest da. Ew Qamişloya ku di van salên dawî de bûye ciyê serhildan û şerê serfiraziyê berî bi 25 salan bi nêzîkî 70 hezar kesî ve Mihemed Şêxo sipartine axê.
Mirovên Evîndar, evîndarê evînê an jî evîndarê Kurdistan herî zêde dikarin wekî Mihemed Şêxo xwe derbibirin xwe bikin awaz, xwe bikin deng û xwe bikin dîrok. Mihemed Şêxo bi birsîbûna van rojan, bi hesreta van rojên ronak û azad ji vê cîhanê koç kir. Lê hestên Mihemed Şêxo ji nava xaka Qamişlo vejiyan û ew axa zuha û qelişî dirand û xwe di qelşînokên xakê de bişkivand.
Miheme Şêxo bixwe helbeste, bi xwe sitrane, bi xwe evîne û bi xwe hilm û henaseya azadiyê ye.

Berî 25 salan Mihemed Şêxo radestî axê bû lê ax jî radestî hestê wî bûn. Îro carekî din gulên helbestên Mihemed Şêxo di bişkivin û vedijin û serfiraz dibin.
Roja me bi bîranîna nemir Mihemed Şêxo û kesên mîna wî ronake.

Mihemed Şêxo Sitrana AY LÊ GÛLÊ guhdar bikin

Rewanbej.com

MIHEMED ŞÊXO KIYE?

dîtin: 512

Pêveker:

25 salvegera koça dawî ya zehmetkêşê kurd mihemed Şêxo