• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
29 NAMEYÊN JI XEWNÊN SERHILDANÊN KURDAN  Xanoyê Çengzêrîn..Rêzenivîs (1)

29 NAMEYÊN JI XEWNÊN SERHILDANÊN KURDAN Xanoyê Çengzêrîn..Rêzenivîs (1)


nivîskar: Çiya Mazî
barkirin: Adar 10, 2015, 7:37


29 NAMEYÊN JI XEWNÊN SERHILDANÊN KURDAN
(Ji Bo Zarok û Ciwanan)
Rêzenivîs (1)
Xanoyê Çengzêrîn:

Hûn zanin, min işev di xewna xwe de dît ku ez di dewreke pir kevn de bûm. Li nava gundên ku ji wan re digotin Têrgewer, Mêrgewer, Biradost û Uşnu bûm. Min digot qey ez li nava kelehekê me ku aniha di nava sînorê Îranê de ye. Erê, min dît ku em li hundur kelehekê dijiyan. Bi hezaran mirov bi malbatî tê de bûn. Zilam şervan bûn, jin jî him bermalî û him jî karkerên kelehê bûn. Di kelehê de her tişt hebû; ji dehlîzên genim bigirin heta fêkî û xwarinên cûr bi cûr. Ji xaniyan bigirin heta sûk û bazaran. Birk, bîr û serebên avê pir bûn. Xweşiyek pir baldar hebû li serê vî çiyayê bilind. Wekî gêrîkê dixebitîn bi fermanên Xanoyê Çengzêrîn re. Min wateya navê wî fermandarî pirsî; gotin; ji ber ku pir zêran belav dike û mafê kesî naxwe, navê wî bûye Xanoyê Çengzêrîn. Pîrejinekê qala wî dikir, bi kêfxweşiyeke bilind û bi rûkenî digot; Xanê me pir mêrxas e û ji gelê derdorê û ji Îranê re gelek başî kiriye. Ji ber wê yekê Şahê Îranê Ebbas, ji bo Xanê me bikişîne ba xwe, jê re got ‘tu çi ji min dixwazî’. Xano jî got ‘bi qasî postê gê erdekî bide min bes e.’ Şah jî got ‘Bila; de here, ku te li ku konê xwe danî û bi eyarê gê çiqas ew erd pîva, ew der ji te re ye.” Xano jî, çermê gê bi kêrê kir rîtolên zirav û dirêj û bi hev ve girê dan û wan rîtolên pir dirêj li dora Girê bilind ango Girê Gozan gerand. Got, ‘aha vay min erd ji xwe re zeft kir.’ Û vê keleha li ser Girê Gozan ava kir ji bo dewleta Kurdistan. Piştî çend salekî Xano bû xwedî êlek mezin, bi hêz û bi tevger, êdî hesabê Şah jî nedikir. Şah behecî û qasid jê re şand got;

Hey xan te bêaqilî kiriye,
Min bihîstiye te navê şah li xwe daniye.
Lo-lo Xano tu kurmancî
Qebûl bike tu vî tacî
Qebûl nakî te dikujim

Xanoyê Mîr jî bersiva xwe ji qasid re dibêje
Here bibêje ji Şahê xwe re, bibêje Xano gotiye;

Taca te li ser serê te be
Nalet li silfetê te be
Kuştina mêran wê hebe,
Kurdistan bênav nabe.

Hê pîrê ji min re bahsa navê wî û jîrekiya wî dikir, min dît qerewîlek hat û bang kir ku leşkerên Îranê dora wan girtiye. Wî wisa got lê belê pîrê wekî ku firsend jê re çêbû dest pê kir bahsa êrişên Îranê yên berê kir. “Gelek carî artêjên Îranê hatine ser kelehê, lê belê her carê jî Xano bi sedlik û yekîneyên xwe ew têk birine…”

Îsal sala 1608’an bû. Lê îjar ditirsiyan. Min dîdît artêjên Îranê giş hatine ser hev û li vir kom bûne bi sedhezaran in. Şervanên Xano, yên ku ji alî Hemze Çawîşê Kurd, yê ku ji ordiya Osmanî reviyabû û fermandarên wekî Qurşût û Şebab ve dihat perwerdekirin, bi mehan nehiştin ku kes têkevin kelehê. Bi mehan keleh dorpêçkirî ma. Hertiştî wan di kelehê de hebû, heta bi avê jî pir bû. Pir xebitîn û şer kirin, lê yekî ku berê ew jî li derveyî kelehê axa bû û ji ber dozeke eşîrî Xano ew dîl girtibû di nava malîyên wan de bû, wî rêya avê bi nameyekê ji fermandarên Îranê re gotibû. Leşkerên Îranê dorpêçkirina kelehê zexm kirin, bê hesab êriş anîn ser kelehê, lê her carê şervanên Xano ew qewirandin. Heta carinan derdiketin derveyî kelehê û bi wan re şer dikirin. Heke ne ji wê nameyê bûya, ava wan î ku di bin erdê re dihat kelehê 6 mehan jî têra wan dikir. Lê Îraniyan sereba avê birrîn û gelê Xano di kelehê de gelek rojan man bê xwarin û bê av. Heta digotin hinek bi dizî mîza xwe vedixwin. Di dawiyê de Gelek serokerkan û fermandaran gotin emê xwe berdest bikin. Lê Xanoyê Çengzêrîn got:
“Ez bi baweriya herî pîroz dikim, ez xwe berdest nakim, kî diherin bila herin, yên ku dimînin dê bibînin ku ez îşev jiyanê çawa dikim, ezê ezmanan hilweşînim.” Zîvirî alî diya xwe û ji diya xwe Guher Xanimê re got “tu dayê… tu dawiyê li me bîne dayê, haydê”

Erê… ez bûm şahid. Xano û keleşên xwe, bi şev ketin nava çahl û dehlîzan; heçî barûd û gulleyên ku hene xistin binê dîwarên kelehê. Derek vala nehiştin di binê dîwêr de. Mirov giş li bendî bûn û destên xwe ber bi hewa vekiribûn. Bêdengiyek mezin li dar bû. Guher Xanimê dojeh bi destê xwe anî. Bi şeveqê re agir bi barûdê ket û barîn jî bi dinyayê ket. Dinya xera bû li wê derê, li nava kelehê, li Girê Goza, li ser serê me, li wî palî, li wî zozanî. Bi wajîn û qêrîn toz û dixan tevlî ewrên li esmanan bû. Ez di berqefekê de asê mabûm. Min li reşê mirovan dinêrî û matmayî bûm. Hinek xort û qîzan û ewa evîndara serfermandar Şebab, Dîlberê jî di nav de, ji bo wê teqînê nebînin xwe bi hev re daliqandibûn. Tu kes sax nemabûn. Giş bûbûn qirrik û arî. Keleh hê jî xera dibû û dîwarê li jorê min, hêdî hêdî bi ser min de jî dihat. Tirsekê girt bedena min û bi wê tirsê re qêrînek tûj…

Şiyar bûbûm. Diricifîm… bê hemdî xwe li odeyeya xwe digeriyam. Çûm aliyê pirtûkan. Li tiştekî digeriyam tiştekî ku wateya vê tofanê ji min re bibêje. Gelo kesî zane tiştek nenivîsîbû di wê demê de. Belê… Ehmedê Xanî digotin, ku ew piştî bûyerê bi neh-dehsalekî hatiye dinyayê, min dît. Êşa keleha Dimdimê di bedena xwe de hîs kiriye xwedê zane. Destê min çû ser pirtûka wî û min vekir. Min li pêşeka wê nêrî. Di wê demê de ev rêzik nivîsandine;

Bif’kir ji Ereb heta ve Gurcan
Kurmanc î ye bûye şubhê bircan
Ev Rom û Ecem bi van hesar in
Kurmanc î hemî li çar kenar in
Herdu terafan qebîlê Kurmanc
Bo tîrê qeza kirine armanc
(…)
Ez mame di hikmeta Xwedê da
Kurmanc î di dewleta dinê da
Aya bi çi wechî mane mehrûm
Bilcumle ji bo çi bûne mehkûm?

Ji bo çi bûne mahkûm… Ez jî nizanim, lê ezê ji bo we û xwe di xewnan de be jî lê bigerim. Îroj ev bes. Ji îroj û pê ve ezê xewnên xwe yên ku dibînim, rojê yekê wekî ya îroj ji we ciwanan binivîsim.

Ç.Mazî

dîtin: 308

Pêveker:

29 nameyÊn ji xewnÊn serhildanÊn kurdan xanoyê Çengzêrîn..rêzenivîs (1)