• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
70. Salvegera Hîroşîma hate bibîranîn

70. Salvegera Hîroşîma hate bibîranîn


barkirin: Gelawêj 6, 2015, 11:11


Di 70. salvegera avêtina bomba Atomê bo bajarê Japonya Hîroşîmayê bibîranîn pêk hat. Sekreterê giştî yê Neteweyên Yekgirtî Ban Ki Moon di bîbîranînê bang kir û got; Bila tu carî Hîroşîma û Nagazakî neyêne jiyandin.

Bibîranîn bi lêxistina zingilê perestgehekê destpê kir. Piştî rêzgirtina miriyên Hîroşîma ji bo Peykerê Gura agir ya bêdawî gul hatine danîn. Nêzîkî 100 welatî nûnerê xwe rêkibine bibîranînê.
Şaredarê Bajêr yê Hîroşîma Kazumî Matsui bang li cîhanê kir da ku hemî çekên kîmyayî bêne tunekirin. Matsui xwest ku herkesek helwestekî wekî piştî şerê cîhanê yê duyem yê Japonya siyaseta pasifizm(bêçalekbûn) ê bimeşînin. Şaredar pêşniyar kir ku Serokê Emerîka Barack Obama û serokên cîhanê yên dîtir bêne bajêr û li gel kesên rizgarbûyî hev bibînin.

Sekreterê giştî yê Welatên yekgirtî jî di peyama hinartî de bang kir ku careka dîtir Hîroşîma û Nagazakî neyêne jiyandin.

Serwezîrê Japonya Şinzo Abe jî diyar kir ji bo bêçekbûna cîhanê ya nuklear dê hewldanên wan bidomin û ewana dê pêşniyaznameyekê ji bo Saziya Giştî ya Neteweyên yekgirtî re rave bikin da ku hemî çekên kîmyayî bêne tunekirin.

6 ê Tebaxa 1945 ê firoka şer ya bi navê Enola Gay ya Emerîka bombeya atomê ya bi navê – Little Boy (Zarokê biçûk) avêtibû Hîroşîmayê. Di bajarê Hîroşîma yê xwedî 350 niştecîyî di yek rojê de 70 hezar kes miribû û di mehên peyre jî hejmara kuştiyan gihiştibû 140 hezarî.

Piştî Hîroşîma bi 3 roja Bombeya bi navê -Fat Man (Zilamê Qelew) bo Nagazakî hatibû avêtin. Li Nagazakî jî hetanî dawiya sala 1945 an 70 hezar mirov miribû.

Li Japonya hetanî roja me ya îroyîn jî gelek mirov di encama radyasyonê de jiyana xwe ji dest didin.

 

DW

dîtin: 455

Pêveker:

70 salvegera hîroşîma hate bibîranîn