• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Afsûna 4 ê û 4 Kurdistan

Afsûna 4 ê û 4 Kurdistan


nivîskar: Agirî Soran
barkirin: Rezber 3, 2016, 12:28


Li ser parçebûna Kurdistanê, an jî 4 parçebûna Kurdistanê vekolîn û dazanînên civakî, ramyarî û dîrokî gelek hatine kirin. Welatê Kurdan, axa Mezopotamya, warê vejîna şaristaniyê, diyarê pêşketin û gurbûna bazirganiyê, cihê ol û baweriyên qedîm û warê şerê nûjen erda Kurdan vê gavê 4 parçe ye.

 

Ev rewşa di sala 1923 yan de bi xetên misoger di peymana Lozanê de hatî diyarkirin ji aliyê Kurdan ve hertim wekî rewşekî neyênî, tarî û xirab hate şirovekirin. Hertim di hişê Kurdan, di derûnê Kurdan de bêhntengiyeka bindestiyê, diltengiya têkçûnê çêkiriye.

Li himber nasnameyên dîtir yên cîhanê Kurdan nekariye xwe bi nasnameya xwe an jî xetên berbiçav yên nexşa Kurdistanê biparêzin. Heman wekî zaroyekê bê mal, wekî mirovekî lal hiştiye mirovê Kurd bê ziman bimîne.

 

Eve demeke dirêje li ser wê yekê dihizirim; gelo Kurd çima vê rewşa derûnî ji holê ranakin û vê parçebûnê ji biryara lozanê, em hindekî dû şûnve biçin biryara Qesra Şîrîn ya parçebûna di navbeyna Osmanî û Sasaniyan de jî rewşekî erênî nabînin û ji bo xwe nakin rewşeke hêzgirtin, hizirgirtin, dewlemendî û derûnekî serbilind bi xwe re çênakin?.

 

Her Kurdek xwedan wî hizrî ye ku erda Kurdistanê pîroze, warê Kurdan dewlemende, dergûşa şaristaniyê ye. Wê demê Kurd divê karibin li ser sêhra çar (4) ê rawestin. Kurd divê ji vê çar parçebûnê wateyeke sehrawî derxînin û werçerxînine derfetekî bêhempa ji bo nasnameya xwe û serfiraziya xwe.

 

Çar (4), hejmara çarê di nava sehra hejmaran de xwedî cihekî giringe. Di nav karê zanistî yê hejmaran de hejmara 7 ê gelek bûye mijara vekolînê. Sehra 7 ê, wezna wê, hevsengiya di jiyan û çêbûna gerdûnê de çêdike û hwd. Wekî dîtir hejmara 19 ê, ya 13 ê, ya 41 ê jî pir derdikeve pêş.

Lê hejmara 4 ê him li gorî çavdêriyên xwe him li gorî lêkolînan ji bo Kurdan hejmara herî giringe ku Kurd li ser sehra wê, wateya wê rawestin.

 

Ji ber li Mezopotamya hejmara 4 ê wateyeke xwe ya gerdûnî heye. Girêdayî pergala yekem ya Erdê ye. Çar alî, Çar baya û berê jiyanê diyar dike. Çar dan hene wekî Sibê, Nîvro, Êvar û Şev, Meh ji çar heftiyan pêk tê, Sal ji Çar demsalan pêk tê, Demhijmêr ji çar çaryekan pêk tê. Bi kurt û Kurmancî hejmara çar ê li Mezoptamya û bi taybet di jiyana Kurdan ya civakî de watedare. Wekî çar-kuç(çakuç), çar-tel(çetel), çar-ber, çar-yek, çar-îne.

Li gorî encamên ez gihiştî hejmara çarê di Kurdan ji hemî hejmaran bêhtir xwedan cih û wate ye.

Di ola zerdeştî de kesên baweriya xwe bi Ahura Mazda tînin, piştî mirina xwe beriya di pira cinvatê re derbas bibin, di roja çarê de têne darezandin.
Tişt, darayî ji 4 hebûnan pêk tê, Hewa, Agir, Av û Ax.
Di Kurdan de çil jî ji çarê tê. Ji çar dehan wateya xwe werdigre. Wekî 40 ê zarok, wekî 40 ê miriyan.
Li gorî baweriya Zerdeştî –Hebûn- di nava 12 hezar salan de tê şirovekirin, Ev 12 hezar sal jî di nava xwe de dibe 4 parçe, û her parçeyek qonaxeka tekoşîna Ahura Mazda û Ehrîmen derdibire. Qonaxa dawî ya çarê qonaxa biserketine baweriya ronahiyê ye û qonaxa hatina pêxemberekî nû ye. (Ji bo berfirehiyê li çîroka Ahura mazda û vejînê binêrin.)

Li gorî Erdzaniya Babilê li çardorê cîhanê 4 xal hene, 4 awayê rojê, 4 pêvajoyên heyvê hene. Di xwedageha Misriyan de jî 4 cotên xweda hene.

 

Li Yunanê hejmara 4 ê wekî Tedrad hatiye binavkirin. Kok û bingeha hertiştî, wekî kaniya xwezayê û hejmara bê kêmasî hatiye binavkirin. Ev hejmar bilindbûn û xwedê derdibire. Hemî hebûnan, tiştan, hejmaran, demsalan bi hevdû ve girê dide. Tê bawerkirin ku çalekbûn, hêz, zîndarî, bi giştî parezvaniya xwezayê derdibire.

Di çanda Mesîhiyan de çawan ji hejmara 13 ê rev û tirs heye, di çanda Çîniyan de jî ji hejmara 4 ê tirs heye. Balkêşe di çanda Çîniyan de ji ber peyva 4(she) û gotina mirin(shi) nêzîkî hevin, tê bawerkirin ku hejmara çarê bêxêre û mirinê tîne.

Di Mesîhiyan de hejmara 4 ê di diyarkirina 4 aliyan de tê dîtin. 4 Incîl hene. Di beşa derbirînê ya Yuhanna de 4 siwar hene. Di Xirîstiyaniyê de ji aliyê oldarên mezin ve dihate bawerkirin ku navê Adem di yunanî de (ADAM) navê çar aliyan derdibire. Anatole, Dusis, Arkto û Mesembra. Ji ber vê yekê jî dihate bawerkirin ku Adem remz an ku derbirîna mikro kozmîk ya cîhana daringî ye. Şirovevanê Mesîhî hejmara çarê rasterast bi çaraliyê xaça Îsa Mesîh ve girê didin. Ew çar alî jî, di Incîlê de hatine derbirîn. Di heman demê de; bilindî, dirêjî, kurayî û firehiyê derdibire.

 

Di Cihuya de giringiya 4 ê ji navê xwedê tê YHVH, ji ber ji 4 pîtan pêk tê. 4 baskên rûbarê bihuştê hene. 4 Melayiket hene ku hêza xwedê li her deverê diparêzin.

 

Di Îslamê de derbirîna Allah ji 4 pîtan pêk tê. Li gorî bîrewerên îslamê rêkên gihiştina xwedê ji 4 beşan pêk tê. Di Îslamê de jî 4 melayiketên mezin hene.

 

Di numerolojî an ku hejmarnasiyê de hejmara 4 ê tê wateya Rastî, Dad û Cîhanê. Hejmara heftê ji 3 û 4 ê pêk tê eve jî wekî hêza xwedayî, pêkhatina gerdûnê tê dîtin.

Hejmara 4 ê hêza 2 cotan berhev dike û hêzeke mezin ava dike.

 

Aliyên Erênî yên 4 parçebûna Kurdistanê

 

Êdî wisan tê pejirandin ku Kurdistan 5 parçe ye. Li gel parçeyê Kurdistana sor an ku Kurdistana Sovyetistanê. Lê em li ser 4 parçebûnê ketin rê. Ji ber peymana Lozanê û peymanên navnetewî li ser vê yekê pêk hatine.
Her çend parçebûna Kurdistanê derûnekî binkeftinê bi Kurdan re çêkiribe û herkes vêya wekî kabuseka derûnî hildigrê dest jî ez êdî vê yekê wisan jî xirab nabînim. Ez vê yekê jî wekî encama wê nihînî û Kurayiya dîroka mezopotamya dibînim.

Welatekî wekî Kurdistan, yekbûyî, sînorên wê diyarkirî, di nava dewlemdiya erda rojhilat de, li gorî mercên destpêka sedsala 21 an de diba ku ne pêkanbane xwe li ser piyan bigirtana û him li gorî siyaseta cîhanî û him li gor siyaseta herêmî hebûna xwe parestibane. Lê belê vê gavê 4 parçebûna Kurdistanê gelek encamên êrênî ji bo Kurdan derdixe.
Di warê ziman de Kurd parçe bûn, lê belê vê gavê berheveke mezin ya wêjeyî ya Kurdan heye. Him bi Soranî, him bi behdînî û him jî bi Kurmancî ji aliyên cihê ve dewlemendiyek heye.
Di warê karên hunerî ve jî Kurd herkes ji aliyê xwe ve di nava berhemhênanekê de ye.
Di warê siyasî de, vê gavê her parçe xwedan hezeke mezine. Li rojhilatê Kurdistan her çend qelsî hebe jî, ew hêza girseyî û gelêrî her diçe zêdetir dibe.
Xala herî giring ewe, dema hêzeka cîhanî an jî hêzeka herêmî li ser Kurdan nexşekê pêk tînin divê hesabê hemî parçeyan bikin. PKK bi tena serê xwe, an ku siyaseta Bakurê Kurdistanê bi tena serê xwe hebaya hetanî neha diba ku tune bûbane an ku têk çûbaya.
Tenê PDK an ku tevgera başûrê Kurdistanê hebaya, di ba ew jî li dijî siyaset û nexşên li ser Kurdistanê ne karîbaya temendirêj be.
Îro PYD jî di heman rewşê de ye, PYD bi tena serê xwe her çend wekî hêzeke hêzên hevpeymanî tevdigere jî nikare hebûna xwe dirêj bi domîne.
Welatê Elmanya vê gavê piştevaniyeka mezin dide pêşmerga û ji aliyê dîtir ve Fransa jî  bi her rengî piştevaniya PYD dike. Yekîtiya Ewrûpa di heman demê de di encama yekîtiya aborî de berhev bûye û ava bûye. Beşeke mezin ya vê aboriyê jî ji bazirganiya çek û teqemeniyê tê.
Companyayên mezin yên çekan ya Elmanya KMW û Nextera Firensî bûne yek. Ji ber vê yekê ne pêkane ku siyaseta xwe derveyî hev birêve bibin. Ev siyaseta wan ya Kurdan demdirêje.
Her çend hêzên dagirker, welatên dagirker bi salan di encama civînên salane de ji bo tunekirin û helandina Kurdan nexş pêk anîbin jî hêza Kurdan ya 4 parçebûyî êdî her roj bêhtir ji bo Kurdan dibe rewşeke erênî.
Parçebûna Kurdan, gelek aliyên neyênî, dijî hev rawestan, siyasetên xisardar yên dijî hev aliyê êrênî yên vê parçebûnê nikarin binixumînin.
Her çend PKK xwe hêza yekane ya Kurdan bibînê û bêyî xwe tu hêzên dîtir mezin û serkeftî nabîne, her çend PDK xwe hêza herî serkeftî ya yekane ya Kurdan dibîne jî, bêyî hebûna hev nikarin dijî siyasetên cîhanê, siyasetên dewletên dagirker û zalim rawestin.

 

4 Parçebûna Kurdan di roja îro de wekî diyariyeka xweda û xwedawendên Mezopotamya li pêş Kurdan radiweste. Êdî ew Kurdên vê yekê wekî rewşeke derûnî ya binkeftinê hildigrin dest û vêya hertim wekî rewşeke neyênî derdixin rûberî Kurdan, ji rastî û realîta rojî îro dûrin.

 

Îro li her çar parçeyên Kurdistanê jî gurza agirê azadiyê bilind dibe. Her hêz, her kes, her siyaseta li pêş vê yekê bixwaze li ber xwe bide dê di bin barê vê gurzê de bimîne. Tu hêzên Kurd bêyî tesîra hêzên dîtir nikare dewrekî Kurdistanî bilîze. Kurdistanîbûn êdî ne bi yek hêz, ne bi yek partî an ku yek artêşe lê belê bi hebûna her hêz, her partî û her artêşeke Kurd pêk tê. Hêzên Kurd bibin yek, nebin yek jî Kurdistan bi 4 parça dê bibe xwedan hêzeke cîhanî ya mezin.

 

Çavkanî: Kurdistaname.net

dîtin: 239

Pêveker:

afsûna 4 ê û 4 kurdistan