• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Agirê Newrozê li Nêsêbînê jî geş bû

Agirê Newrozê li Nêsêbînê jî geş bû


barkirin: Adar 19, 2014, 3:26


Îor pîrozbahiya cejna Newrozê  li navçeya Nisêbîna Mêrdînê pêkhat û beh hezaran kes beşdarê pîrozbahiya mezin bûn. Nazmetê Hevserokatiya Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk di pîrozbahiyê de got, “Li vê xakê dema xweseriya demokratîk hatiye.”

Îro ji danê sibê ve bi deh hezaran Nisêbîniyên hatin qata Newrozê û qada Newrozê bi rengên Kesk û Sor û Zer xemilandin. Di pîrozbahiyê de nazmetên Hevserokatiya Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk û Febrûniye Akyol, nazmetên BDP’ê yên Hevserokatiya Şaredariya Nisêbînê Sara Kaya û Cengîz Kok, parlamenterê Mêrdînê Erol Dora jî amade bûn.

Pîrozbahiyê bi  Sirûda Ey Reqîp destpê kir û bi stranên hunermendên mêvan û axaftinên beşdaran berdewam kir. Dûre Nazmetê Hevserokatiya Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk bi pîrozkirina Newroza Kobanê, Cizîr û Efrînê dest bi axaftina xwe kir û got: “Emê Kawayên Hemdem Mazlûm Dogan, Kemal Pîr, Ferhat Kûrtayan ti carî ji bîr nekin. Emê têkoşîna wan heta azadiyê bimeşînin.”

Ahmet Turk anî ziman ku AKP kujerên Kurdan serbest berdide lê belê siyasetmedarên Kurd li girtîgehan radigire û destnîşan kir ku AKP bi vî mejî nikare pirsgirêka Kurd çareser bike. Turk behsa hilbijartinên 30 Adarê jî kir û got: ‘”Li vê xakê dema xweseriya demokratîk hatiye.”

Piştî axaftinan bernameya Newrozê bi konsera hunermendên NÇM’ê û Hozan Brader dewam berdewam kir.

dîtin: 395

Pêveker:

agirê newrozê li nêsêbînê geş