• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Ahûra Mazda, Zerdeşt, Hellac, Şêx Adî û kirasguheztin.

Ahûra Mazda, Zerdeşt, Hellac, Şêx Adî û kirasguheztin.


nivîskar: Çiya Mazî
barkirin: Gulan 13, 2015, 6:48


Rêzenivîs (5) 

29 XEWNÊN SERHILDANÊN KURDAN

(Ji Bo Zarok û Ciwanan)

Ahûra Mazda, Zerdeşt, Hellac, Şêx Adî û kirasguheztin

  Gelî Sebrên Dilan; îjar ez di xewna xwe de çûbûm sala 1837’an. Min dît ku li serê çiyayekî dora wî dixan û toza ku ji erdê radibe û bi darên mêşinî û kevirên gewr e û ku jê re digotin Çiyayê Şingalê. Mirovên wê derê li dora min kom bûbûn û bikenên xwe yî dawidî pîrên ku bi riha spî, destê xwe li pêşiya xwe bi alî rast û çepê de kil dikirin û qala xwe dikirin ji min re. Digotin; em jî qewmekî dinyaya gewrik in. Belê,  Qewmê ku ez li nava wan bûm di vê xewnê de, ji xwe re digotin em kurdên êzdî nin. Tiştê ku pêşî bala min kişand û xwe beloq dida xuyakirin ku tifaqa wan ya li himber derve bû, tu kesekî ji ol an jî ne ji çanda wan tevlî wan nedibû. Min ew rewş pirsî gotin ku “tu zanî me pir ji destê kirîbên xwe kişandiye û 72 caran ferman li me rakirine, em bêgav in ku reseniya xwe biparêzin. Dem hat ku xwîna me di nava çemê Dîcle de herikî, ava sor heta Besrayê çû. Dem hat li serê Çiyayên Şingalê û Zagrosan em wekî qurmikan hatin şewitandin. Ji bo çi? Ji ber ku ji me re digotin ev ol batinî ye, lê belê ola me ji dema Ahûra Mazda ji dema Zerdeştan, ji dema Mazdek de maye heta niha li ser piyan. Ji ber ku Hellac got ‘Rastiya xwedê ez im’ ew bi mencenîqê rakişandin û laşê wî ji hev qetandin. Dawîya qala hêsîriya me nayê. Ji ber wê yekê ye heta niha jî heta ji me tê em nahêlin xwîn birije, heta xwîna sewalan û ya boraqan jî em nahêlin ku têkeve erdê û em nuqut bi nuqut dikin nirxê pîroziyê”

     Balkêş bû, gotinên wan û vê efsûniyê bala min pir dikişand. Min xwest ku tiştekî berbiçav ji bo vê yekê bibînin. Wan jî, ji bo şanî min bikin û bawer bikim, ez birim cejneke xwe, cejna Cemaya Şêx Adî ya ku li Lalîşa Nûranî çêdibû. Min temaşeyî  Cem-rêwresma “Boraq Serjêkirin”ê kir; min dît jin û mêr hatibûn dora perestgehê û bi ken û kêf bûn. Kiras û derpiyên jinên wan yên spî û paqij, dibiriqandin, biskên wan î sor di ber şahra wan î rengin û xemrî de, li ser guhên wan xelek xelekî bûn. Hinek ji wan deq li ser rû û destên wan bi fîgurên cûda cûda hebûn. Gep û lêvên wan nepixî û tije xwîn û qemirî bûn. 

Wan pir bala min kişandin. Ew li wî bajarokê pîroz li navenda qada pîrozbahiyê hatibûn ser hevdû û ji bo cejnê boraq serjê dikirin. Min bi baldarî li wan û tevgerên wan dinêrî. Peywîrdaran bi awayekî pir xweşik û bi rêwresm; boraqên xwe dibirin hundurê odeyeke girover, di navenda wê odeyê de cihekî wekî odeyeke din lê ew jî grover, ode di hundur odeyê de û wekî pixêriyek du derî hebû di ya navê de, di paceyên dîwarên derve re, rojê tirêjên xwe dida hundurê vê pixêriyê, dema ku ronî dibû wan jî dest bi rêwresma serjêkirinê dikirin. Mirovan di beşa odeyê ya pêşî temaşe dikirin. Yên ku boraq serjê dikirin bi wî awayî nedihiştin xwîn bipejiqe cihê mirovan. Hinekên ku bi cilên rêwresmî beytên xwe dê bigotana xwe amade dikirin û bi dor dest pê dikirin.

Pêşî yekî ku bi cilên xweşik li ser piyan sekinîbû, destpê kir, ji bo Hellac beytek got;

Hey Husêno birê min ê axretê
Hero ku roj hiltê ji milê ometê 
Heft qasî qudretê 
Tên bo min hurmetê. 
Hey şêx Cinêdo birê min ê axretê.

   Dû re yekî li paş wî sekinîbû hat ber wî, navê xwe got ; Bedel Feqîr Hecî, pirtûkek bi navê Êzdî  name derxist û bi melodiyeke giran dest bi beytên xwe kir. 

Ya bi destûra Xwedê û Tawisî Melek;

Rojekê ji rojan e 
Werin xelkê êrifî zana 
Ji mirinê bidin beyan e 
Ew bû sirra min dikujî 
Dest û pê serî û qalib dinijî 
Benî ademo hilû bijî 
Bihara nizilî sirr e 
Xwedêyo te jiyan afirandiye ji min re 
Ez qayîlim heke hindik e heke pir e 

     Di dû wan re hinekî din jî her yekî carê bi dor beyt digotin. Hinekan ji wan xwe bi alî çepê û rastê de jî kil dikirin, wekî dîlanê û zarokan jî li dor wan didan çirvîtkan û kêf dikirin. 

    Tevlî van şahiyên heft rojan, ji alîkî jî  li gor ku xuya bû ji tevgerên wan, min didît ku amadekariyên şer dikirin. Min pirsî gotin; “way dewleta Alî Osmanî ji me bac û leşkeran dixwazin, ji xwe halê me ne tu hal e em jî dibêjin em bacê nadin”.  Ez ji wan bêhtir kelecanî bûbûm. Min dît di nava çend mehan de şerekî giran dîsa destpê kir. Û piştî çend mehên din jî bi peroş û gerxêle, çûn û hatina bi tirs dom kir. Her ku diçû hawar û girî dinya dihejand. Dawî dawî jî bi gotineke tevlihev dihat gotin ku ji ber alîkariya Hafiz Paşa û Mehmet Paşa ku dan Osmaniyan, Êzdî   di vî şerî de têk çûne, bi hezaran kes mirine û warên li serê çiyan û geliyan talan bûne. 

     Heta piştî 3 mehên şer jî kes nexuyabûn li derdora Lalîşê. Mirovên vê êlê jî li gor min hîs kir, wan jî wekî bapîrên xwe, xwe di stargehên çiyayên derdora Zagrosan de veşartin. Dû re hat gotin ku Osmaniyan 3000 zarokên êzîdî ji bo bibin esker li nava ordiyên Osmaniyan dabeş kirine û belav kirine. Piştî têkçûna Êzîdiyan, min didît ku ordiya Osmanî berê xwe da Seid Begê Kurd ku ew jî  bi êzdiyan re serhildêr û beg bû û ew jî di demek kin de têk birin, ji min ve eyan û beyan bû gelî hevalan. Demek derbas bû min dît ez ji wir qetiyabûm.

     Piştî ku ji wir qetiyam bi çend kêlikîn ez bi hêrs rabûm ser xwe û çûm pirtûkxaneya saziyekê, ji bo navê Hafiz Paşa, pir bala min kişandibû û ji derekê di bîra min de mabû ew nav. Hatibû bîra min ku berê carekê min pirtûkek li vê derê dîtibû û navê “Hafız Paşa” ji wê pirtûkê min bihîstibû. Di nava pirtûkê de min nameya ku li binî Meraşal H.Von Moltke nivîsandibû dît wisa digot Moltke:

   “ … Piştî ku ez bi jor de çûm; eskerên ku çavê wan sor bûne, yên ku li himber wan rabûbûn giş telef û qir kiribûn. 400-500 Kurd kuştibûn. 50 heb jinan, dema ku xwestibûn wan bibin, xwe avêtibûn Çemê Dîcleyê yê ku bubû lehî û diherikî û fetisîbûn. Ji nav jinan yên birîndar hebûn, lê esil zarok in xuya ye ji min, dema ku zarokên canê wan bi birînên singuyan tê dîtin, rewşa vê herekatê tê fêmkirin… Min bi xwe bi serê hespa serbazekî girt heta ku ji xenîmetê bêrîkên xwe tije kir. Ez çûm ba Hafız paşa, gelek guh û seriyên jêkirî dianin ba wî. Ji bo her yekî 50-100 quriş bexşîş didan wan. Yekî birîndar li ber derî bû, min çend caran ji cerrah re got ‘lê binêre’, lê wî her carê got “ma ne ev jî Kurd e !?” û derman nekir. Lê serhildêran serî netewand û bawer im heta ku idareyek haqqanî çênebe jî dê ordiya Osmanî tenê bandoreke rojane bike û hew.” 

        Vê nameya Moltke jî pir bala min kişand. Bi taybetî peyva ‘telef’ ez pir difikirandim. Hefteyekê ez li ferhengan geriyam, li dokumanan, li rojnameyên kevin li cem sahafan. Min  hinek dokuman ditin û ferhengek jî bi navê “Ferheng, Qanadê Kurdo”. Him li ser vê ferhengê dixebitîm û him jî min gera xwe dom dikir. Û hey peyvên ku min not kiribû ji herkesî dipirsî. Ferhengeke bi tîpên erebî lê farizî jî  ji hevalan stend. Piştî bidestxistina van ferhengan bi lezgînî li peyva “Telef” û  “Têkçûn”ê geriyam, di hersê ferhengan de. Di yekê de ev bû wateya wê; “Têkçûn”: binketin, mexlûbî, hejarbûn, êsîrbûn, dîlbûn, windakirin, talanbûn, şikestin, bêçarebûn, rûmetwindakirin, jibîrbûn û w.d. û dom dikir. 

   Îjar hêdî hêdî min bi xwe ev peyv di nava hevokê de bikar anî: “dîsa têkçûn”, “Dîsa Kurd têk çûn”, “dîsa em têk çûn”, “têkçûn ji ber deriyê me naqete” “têkçûn bavê me ye qey?”, “têk”: giş, “çûn”:çûyîn. Dibe “giş çûn”. “Giş bi hevre çûn”, “giş bi hevre winda bûn, talan bûn, giş bi hev re mirin”.

    Erê…  Wê demê dibêje giş mirin jî. Di ferhengê de gelek wate û peyvên ji vê kokê zêde dibûn hebûn. Mînak: têkbirin, xerakirin, herimandin, şikandin, iflaskirin. Têkbirî; yê têkçûyî. 

   Ez hatim ser peyva ku di wateya têkçûnê de jî hebû, ew peyva “Talan” wisa hatibû ravekirin: diziya bi zor, şêlandin, malê ku bêyî kedê tê bidestxistin, gişbirin, destavêtina mal û irzê.

   Lê wateya peyva din “Telef” jî wisa bû: li valahiyê rasthatin, valabûn, tunebûn, di nav dixanê de windabûn, di nav avê de fetisandin, bi nexweşiyekê qirbûn, yoxbûn, afet. 

   Îjar min ev jî di hevokê de bi kar anî: “malê me li telefê ket”. Lehiya avê hat û mirov giş telef bûn. “şer bi ser wî welatî de hat û giyanewer giş telef bûn.”

   Lê ya herî giring jî ji min re Êzdî   bûn û ji bo vê yekê jî diviyabû ji ber wê ez li peyva “Cem” û cejnên êzdiyan geriyam. Min ew jî dîtin.

    Cem: dema ku Şêx Adî kiras guhastiye, êzdî   ji hemû heremên Êzdî  xanê hatine Geliyê Lalîşê û hevdû li -cem- merasîmên kirasguhastina Şêx Adî, ango li ba wî hevdû dîtine. Lewma ez jî dibêjim, ev peyva “cema” ji gotina “cem” hatiye. Êzdiyan beriya dema Şêx Adî de, bi hezarên salan jî hersal di vê meha çîriya pêşîn de ku destpêka demsala payîzê ye, ga’yek ji bo xwedayê rojê Şêsims jê dikirin û goştê gayê ku bûye qurbana Şêsims xwedayê rojê, li hevdû belav dikirin û ew roj pîroz dikirin. Ga hê jî li cem êzdiyan pîroz e.  

     Cejnê heft rojan dom dikir, li ba wan, di van heft rojan de sibe nivroj û êvarî dua tê xwendin. Min ev jî fêm kir ku diçin ser Kaniya Ava Sipî, gelek rêwresman li dar dixin. Di dû rêwresma ku navê wê “siwarkirina darbesta Şêx Adî” ye re, mirov diherin qebaxê û  ziyareta Şêşims, gayê xwe li wir serjê dikin.Yanî ew Rêwresma Qedim “Kirasguhestina Şêx Adî” ye. Di roja dawî ya cejnê de sê heb sema tê gerandin û mirov hevdû maçî dikin û dikevin govendê û gunehên xwe dadiweşînin û vê beytê di dawiyê de dibêjin: 

 

Xaniyê me hemuyan banek, 

û tê bigere roj û danek, 

bila di dilê te de nemîne, 

ne êşik û ne kovanek. 

 

Xaniyê me hemuyan berek 

û ez tê geriyam çend qenderek, 

bila di dilê te de nemîne, 

ne êşik, ne kovanek û ne keserek

 

     Di vê xewna xwe de min li ser çanda êzdiyan û çîrokên di derbarê kurdîtî û êzdiyan de jî gelek agahî dan ser hevdû û gihaştim gelek xem, xeyal û kêmasiyên xwe.

 

dîtin: 412

Pêveker:

ahûra mazda zerdeşt hellac Şêx adî û kirasguheztin.