• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Aliyên veşartî yên terora Olof Palme

Aliyên veşartî yên terora Olof Palme


nivîskar: Dêrsim Oremar
barkirin: Adar 9, 2015, 11:45


Kurdên tawanbar di kuştina Olof Palme de kî/ê bûn?

 

Dêrsim Oremar

 

Bi derbaz bûna 29 sal li ser terora serokwezîrê berê yê Swêdê, hê jî aliyên veşartî yên kuştina wî nediyar û veşartî mane. Sîyasetmedarê Swêdî Sven Olof Joachim Palme (30 January 1927) ji sala 1969 heya 1986ê serokê Partiya Karkerên Sosyal Demokarên Swêdê (Swedish Social Democratic)  bû û ji sala 10969 heya 1976ê û piştre ji sala 1982yê heya roja terorkirinê serokwezîrê welatê Swêdê bû, aliyên herî girîng a bûyera teror kirina Palme ji bo xwendvanên Kurd eve ku di dosyeya lêkolîna terorê de, navê çend Kurdan jî hebû ku navê serekî Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) bû. Palme yek ji serokên cîhanî bû ku bi axiftin, gotar û helwestên xwe yên taybet kesekî naskirî bû, tevî ku di navxwe û derveyî welat de alîgirên wî zor bû, lê ji ber helwestên xwe dujminên zêde jî peyda kiribûn, sedemên ku gumanên kuştina wî aloztir dike.

Palme di dema şerê Viyetnamê de bi awayekî aşkera dijberiya dagîrkeriya Amerîkayê kirû take serokwezîrê ewrupayê bû ku di xwepaşêndana li dijî Amerîkayê de beşdar bû û bo cara pêşîn bala raya giştî û welatê xwe kişande ser pirsgirêka Filistînê û li dijî siyaseta Apartaydê li Aferîqaya Başûr bû.

Palme roja 28ê şubata sala 1986ê demjimêr 23:20 dema tevî hevsera xwe Lisbentê bê parêzvan ji sînemayê vedigeriyan, ji aliyê kes yan kesên nenas ve hate teror kirin, kuştina ku niha jî bi ne ron maye.

Derbarê terora Palme de boçûnên cuda hene û heya niha çendîn raportên nihênî û aşkera ji aliyê navendên cîhanî ve hatine weşandin û nêzî nîv miliyon belge û bîst hezar peywendiyên telefonî û seredavên girêdayî kuştina serokwezîrê berê yê Swêdê navenda îdareya polîsa Stokholmê dagirtiye.

 

Rejîma regez peresta Afrîqaya Başûr

Çend roj piştî kuştina Palme, hezên ewlekariya Brîtanyayê hin zanyarî bidst xistin ku qaşo kujerê navbirî bi fermana polîsê parastina rejîma regezperest a Afrîqaya Başûr ev kar kiriye. Palme yek ji dijberên regezperestiya apartayda Afrîqaya Başûr bû.

 

Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK)

Yek ji aliyên din ku bi taybet ji aliyê dewleta Tirkiyê ve, zû tiliya tawanbariyê bo hate dirêj kirin Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) bû, bi henceta ku dewleta Swêdê piştî kuştina endamekî veqetiyê vê partiyê bi navê Semîr li Swêdê, (PKK) xiste nav lîsteya terorê û Palme dijberî mafê penaberiyê bo endam û alîgirên vê partiyê li welatê xwe bû.

Di salên 1980î de beriya bûyera kuştin Palmê, du polîsên nihênî yên Kurd li Swêdê hatine kuştin, bikuj hatine girtin  û dadgeh kirin, lê polîsên nihênî dest bi lêkolîn û şopandina çend Kurdan kirin ku nêzî PKK bûn ku qaşo tevî hevalên xwe dest di kuştina van polîsan de hebû. Polîsên nihênî ji hikûmetê xwestin ku dosyê weke dosyeyeke sîyasî bê pejirandin û ev daxwaz hate qebûl kirin. 9 Kurdên şêniyên derdora Stokhılmê hatine şopandin, guhdariya peywendiyên wan yên telefonî kirin ku niha jî karekî ne asayî ye û niha jî bikar tê! Bi kurtî ev kes weke terorîst hatine binav kirin û lazim bû her roj serdana binkeya polîs a nêzî malên xwe bikin.

Endama berê ya (PKK) Kesîre Yildirim vê demê ji polîs re ragehandibû ku ev kar ji bo tolhildana ji Palmê û ji aliyê çend kesên serbixwe yên di nava (PKK) ê de hatiye kirin. Lê di dawiyê de tevî hemû tawanbar kirinan polîsê Swêdê nekarî tu belgeyên girêdana kuştina Palme bi (PKK) ve girê bide.

Serokê (PKK)  Abdulah Ocalan derbarê kuştina Palme dibêje: ’’ NATO ji bo ku li dijî me hin welatan rêk bixe zextên xwe li ser gelek welatan zêde kirin. Li gelek welatan Giladiyo hate rêkxistin û damezirandin. Giladiyo saziyeke nafermî ya NATO ye. Li îtaliyayê rêxistineke Giladiyoya mezin hebû. Li ewrupayê jî ev yek li dijî me dikirin. Tenê li Swêdê Olof Palme ev yek qebûl nekir. Palmê got: ’’ Ez li dijî Kurdan helwestê wernagirim’’. Bûyera terora Palme jî li ser heman bingehê pêk hat. Destpêkê xwestin me (PKK) bi kuştina wî tawanbar bikin. Di sala 1985êde erkê terorîst nasandina me spartine Elmanyayê, pîlansaziya wî karî jî spartin Îngilîstanê. Bi wî awayî NATO yê hemû welatên ewrupî li dijî me rêkxistin. Lê Swêdê ev yek nepejirand. Ji ber vê jî Palme ji holê rakirin. Palme ji aliyê NATOyê hate ji nav birin. Tevî ku Palme helwestgirtina li hember me qebûl nekir û piştgîriya Afrîqaya Başûr dikir, li pişta Vîyetnamê jî bû. Palme xwedî exlaqekî wiha bû ku piştgîriya gelên bindest bike, ji ber vê jî di çavê wan de tawanbarekî mezin bû’’. (1)

 

Şahidiya hevjîna Olof Palme

Hevjîna Palme (Lisbet Palme) ku take şahida bûyera terora hevjînê xwe bû kesek bi navê ’’ Christer Pettersson’’ weke bikujê Palme diyar kir û piştî binçav kirina wî ji aliyê polîsê Swêdê û sepandina cezayê girtîgeha heta hetayî bo navbirî, piştî demekî ji ber nebûna belgeyên pêwîst navbirî hate berdan.

Pettersson madeyên hoşber û alkol bikar dianî, di sala 2004ê de ji ber xweînrêjiyê mir û gelek zanyariyên girîng derbarê terora Olof Palme bi xwe re birine nav gorê. Di belgefîlmekî de ku ji bo 20 mîn salvegera terora Palme ji aliyê televîziyona (SVT) ve hatibû amade kirin, hevalekî Pettersson bi navê ’’Roger Östlund” ragehand ku şahidê gule berdana Pettersson bo ser Palme bûye. (2)

 

 

Polîsê Swêdê

 

Rojnamevan û sernivîskarê kovara Swêdî ya Expo,  “Stig Larsson” kuji ber lêkolînên derbarê radîkalîzma rast û rasîzmê kesekî navdare, piştî terora Palme lêkolîneke berbelav destpêkir û piştî xebata berdewam a (11) salan encama lêkolînên xwe radestî karbidestên dadê yê welatê xwe kirin ku li ser dosyeya palmê lêkolîn dikirin.

Larsson zû bi hevkariya kovara ”Search Light” a Brîtanî zanyarî derbarê kevne efserekî Swêdî bi navê ”Bartil Widen” kom kirin ku sîxurê Afrîqaya Başûr bû, Larsson ew bi kujerê Palme binav kir. Li gor raporta rojnameya ”Svenska Dagbladet” ev nav bi rêya sîxurekî dezgeha istixbarata (M 16) ya Brîtanî ku di sala 1986ê de li Qibrisê bi helkeft Widen dîtibû gihiştibû kovara ”Search Light”.   Larsson bi rêya kovara ”Search Light”ê gelek belge jî bi dets xistin weke zanyariyên ser pasporta Widen ku li gelek derên cîhanê geriyabû, bo mînak Afrîqaya Başûr, peywendiyên wî yên aborî û dahata wî, raporên polîsê Qibrisê derbarê wî û çend car desteser bûna wî, daxwaza wî ya ji polîs ji bo mafê hilgirtina çekê ji ber tirsa peywendiyên wî yên bazirganî bi Afrîqaya Başûr re û gefên ku jêre kiribûn.

Larsson di sala 1987ê de zanyariyên ku wergirtibûn tevî zanyariyên xwe radestî lêkolerên dosyeya terora Palme şand û Widen weke ”Çekek ji bo kirêgirtî bûnê” û kesekî metirsîdar binav kir.

Herwiha pispor û serokê kargeheke çekan dibêje: Polîsekî naskirî bi baweriya Rastê radîkal ji wî xwestiye Palme bikuje, ev yek çend meh beriya kuştina Palme qewimiye ûı ji rojnameya (Aftonbladet)ê aşkre kiriye. Xwedî kargeh dibêje, min ev daxwaz red kir û niha jî amadeye navê wî polîsî aşkera bike.

Lê xala ku meselê veşartî dihêle eve ku heya niha gelek caran zanyariyên wiha derbarê kuştina serokwezîrê Swêdê, Olof Palme derketine. (3)

 

Emîr Heyderî, qaçaxçiyê mirovan

Polîsê ewlekariya Elmana rojhilat ji bo vedîtina bikujê Palme, lêkolînek dabû destpê kirin û piştî (8) mehan, di raporta dawî de kesê bi navê Emîr Heyderî, xelkê rojhilatê Kurdistanê ji ber qaçaxçitiya berbelava penaberên ne asayî bo nav welatên Yekitiya Ewrupayê, ji aliyê polîsê yekitiyê navekî naskirî ye û ji xeynî mehkumiyetên cur bi cur ya li ser qaçaxçitiya mirovan, zêdetirî sêzde salên jiyana xwe di girtîghên Yekiriya ewrupayê de derbaz kiriye.

Behsa vê hatiye kirin ku Emîr Heyderî spêdeya roja 28ê şubata 1986ê de bi firokeyekî hatiye firokexaneya navnetewî ya Arlanda ya Stokholmê û mor li ser pasporta wî heye.

Di heman raportê de wêneyeke lezgîn a naskirî bi fantomy ku polîsê Swêdê ji bkujê palme amade kiribû  û bi wêneyê Emîr Heyderî dane ber hev, bi yek kesî hatiye şubhandin.  Herwiha Emîr Heyderî henceta tam ji bo nefreta ji Olof Palme û kuştibna wî hebûye. Dewleta vê dema ya Sosyal Demokrata Swêdê bi serokwezîrtiya Olof Palme zexteke zêde bo dewleta Elmanya ya rojhilat çêkir ku rêgiriyê ji derketina hezaran penaberên Îranî ji xaka welatê wan ber bi Swêdê ve biçin û pêşiya pêla penaberên ku bi hêsanî vissa ya Elmanya Rojhilat ji Tirkiyê werdigirtin ku ji vê derê biçine Swêdê bigre. Li gor zanyariyan Emîr Heyderî sê roj piştî terora Palme bi firokê ji Kopenhagenê ber bi Elmanya Rojhilat ve çûye. General Gerhard Niber efserê paye bilindê ku raport radestî wezîrê ewekariya netewî ya Elmaniya û serokê Stase , dibêje: sedemeke din ya narezayetiya Heyderî ji Palme ev bû ku Swêdê siyaseta dostaniya bi rejîma Îranê re peyrew dikir. (4)

Serokê tîma vekolîna dosyeya kuştina Olof Palme, Stig Edkvest dibêje: tu zanyariyek li ser vê nebû ku polîsê ewlekariya Elmanya Rojhilat, raporteke wisa amade kirine. Emîr Heyderî di girtîgeha bajarê Eskilstuna tê ragirtin di gotûbejekî de bi weşana website ya rojnameya (Expressen) dibejê: ez di roja ku Elmanî dibêjin, ji bo beşdariya di pîrozbhaiya cejna ji dayik bûna kurê xwe  çûme Swêdê.

 

Dezgeha sîxuriya Amerîka CIA

Nêzî sê sal piştî terora bi guman a serokwezîrê Swêdê, tevî ra û boçûnên cuda derbarê kuştina wî de, zêdetirîn amaje li ser rêxistina CIA ya Amerîka yê ne.  Ji ber sedemên weke piştîvaniya ji Viyetnam û Filistiniyan û hevkariya bi Îranê re di germe germa şerê heşt saliyê Îran û Îraqê de.

Ligor raportekî ku ji aliyê xebernameya ewlekariya Fransayê ’’ İntelligence newsletter’’ hatiye weşandin, behsa wê tê kirin ku rojnamevanê Amerîkî, Allan Francovich piştî vedîtina aliyên terora Palme bi hevkariya CIA yê bi awayekî bi guman di firokexaneya ’’Houston’’ a Texasê ji ber krîza dil jiyana xwe ji dest da.

Nivîskarê pirtûka “Committee of 300” Dr. Johen Coleman  di beşeke pirtûka xwe de nivîsiye: ’’ Girîngiya Olof Palme di vê de bû ku başgeha Rome ew ji bo şandina teknolojiyê bo Yekitya Soviyetê ku vê demê di lîsta qedexekirina bazirganiya Amerîkayê de bû bikar dianî. Başgeha Rome weke seywaneke rêxistina nihênî ye ku ji aliyê berpirsên malî yên Brîtanya û Amerîkayê bo rêvebirina cîhanê pêk tê’’. (5)

Piraniya hevwelatiyên Swêdê piştî nêzî 30  salan li ser kuştina Palme, di vê baweriyê dane ku Palme jialiyê hêzên navnetewî ve hatiye kuştin û tucar bikuj yan kujerên wî aşkera nabin.

Piştî terora Palme, ji bo ku di bîra cîhaniyan de bimîne navendek bi navê ’’ Funa Palme’’ ji aliyê malbata wî ve hatiye damezirandin û salane di roja ji dayik bûna wî de (30 January 1927) celatek bi heman navî pêşkêşî xelkê welatên biyanî tê kirin ku di karên xwe de nêzî bîr û raman û boçûnên Palme ne. (6)

 

 

Çavkanî:

(1). Med Tv, gotûbêja telefonî ya Abdulah Ocalan bi Mehmûd Baksî re.

(2).  Rojnameya Şerq, Mecîd Teferuşî/ bi zimanê farsî.

(3). Beşa Kurdî ya radyoya Swêdê.

(4). Rojnameya Etemad/ bi zimanê farsî.

(5). The committee of 300 – Dr. Johen Coleman.

(6). Wikipedia

 

 

 

 

 

 

dîtin: 194

Pêveker:

aliyên veşartî yên terora olof palme