• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Almanya 15 Milyon EURO alîkarî dide penaberên Rojava

Almanya 15 Milyon EURO alîkarî dide penaberên Rojava


barkirin: Gelawêj 7, 2013, 5:59


Sefîra Almanyayê ya herêma Kurdistanê Berîta Wagner serdana herêma Kurdistanê kir û çû kampa Dumîz ya Duhokê ku penaberên Rojava lê dimînin diyar ku ewê alîkariya penaberan bikin.

Sefîra Almaniyayê ya li herêma Kurdistanê Berîta Wagner diyar kir ku hikumeta Almanyayê dê 15 Milyon EURO ji bo alîkariya penaberên Rojava yên li herêma Kurdistanî bidin rêxistinên  WFP û UNICEF.

Ji aliyê din ve berpirsê nû yê komisyona bilind ya karûbarên penaberan (UNHCR) ya li herêma Kurdistanê Wlyam Tol dest bi kar kir. Tol piştî destpêkirina kar serdana fermangeha peywendîyên derve ya herêma Kurdistanê kir û ji aliyê Felah Mistefa yê berprisê fermangehê ve hate pêşwazîkirin.

Li gor nûçeya malpera fermîya hikumeta herêma Kurdistanê, di civînekê de ku, Suham Cebelî alîkara berpirsê têkeliyên derve jî amade bû, Felah Mistefa pîrozbahî li destbikarbûna berpirsê nû yê UNHCR li herêma Kurdistanê kir û got ku, hikûmeta herêma Kurdistanê bi çavekî gelek giring li kar û xebatên UNHCR dinêre û amadeye hemû hevkarî û hevahengiyê pê re bike.

Berpirsê têkeliyên derve yê hikumeta herêma Kurdistanê got ku, hejmara penaberên Rojava li herêma Kurdistanê roj bi roj zêde dibin û pêwîstî bi alîkariya civaka navdewletî heye.

Jêder Peyamnêr

dîtin: 393

Pêveker:

almanya 15 milyon euro alîkarî dide penaberên rojava