• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Aloziya navbera Kurdan li “Surî” dijwar dibe

Aloziya navbera Kurdan li “Surî” dijwar dibe


barkirin: Hêzîran 28, 2013, 1:21


Qamişlo-Ofîsa El Partiyê piştî şewatê

Li bajarê Qamişlo yê rojavayê Kurdistanê navendên hinek partiyan hat şewitandin û her wiha berpirsekî partiya demokrat a kurd li Sûriyê (El Partî) jî li wî bajarê ji aliyê hêzên asayişê ve hat girtin.

Şeva borî (27.06.2013) piştî ku li Amûdê pevçûn û alozî derket, li bajarê Qamişlo jî baregehên El Partiyê yên Qamişlo hatin şewitandin.

Her wiha li gorî agahiyên peyamnêrê Rûdawê li Qamişlo, îro (28.06.2013) danê sibê berpirsê El Partiyê li Qamişlo yê bi navê Sener Seidûn ji aliyê hêzên asayişê ve hat girtin.

Endamê kumîteya ewlehiyê ya desteya bilind a kurd (DBK) li Qamişlo, Welat Murad ji Rûdawê re got: “Li taxa Enteriye ya Qamişlo hêzên asayişê xwepêşandan belav kirine û bi ser xwepêşanderan de fîşek avêtine û 3 kesên bi navên Hogir, Dilo û Ebû Hesen hatine girtin.”

Her wiha hat zanîn ku komela jinan a Ronî jî li bajarê Qamişlo hatiye şewitandin.

Avahiya Komela Ronî piştî şewatê-Qamişlo

Heta niha PYDê li ser bûyerên Amûd û Qamişlo tu daxuyaniyek nedaye. Nûnerê PYDê yê Hewlêrê Ceifer Henan jî bêagahiya xwe ji bûyerên han anî ziman.

Tê zanîn, di bûyerên duh şev ên Amûdê de 6 kes hatine kuştin û herî kêm 30 kes birîndar bûne.

Rudaw

20130628-132525.jpg

dîtin: 408

Pêveker:

aloziya navbera kurdan li