• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Altan Tan: Serokwezîr xwe di nava heriyê de gevast

Altan Tan: Serokwezîr xwe di nava heriyê de gevast


barkirin: Êlûn 17, 2013, 4:12


Parlamenterê BDP yê Amedê Altan Tan, diyar kir ku hikumet pakêta demokratîkbûnê bi zanebûn mijûl dike û got: ‘Wesa diyare serokwezîr xwe di heriyê de digevizîne.’

Parlamenterê BDP yê Amedê Altan Tan der barê xebatên hikumetê yên bi navê ‘Pakêta Demokratîkbûnê’ daxuyand ku ev pakêt her dihête derngxistin û ne diyare ka dê di nava pakêtê de çi derbikeve. Altan Tan di parlamenê de civînek rojnamevanî pêk anî û got:’Hemû kes meraq dike. Ka di nava vê pakêtê de dê hesp derbikeve, fîl derbikeve an hêştir derbikeve, tu kes nizane. Lê wesa diyare ku serokwezîr cardin xwe li heriyê gevast. Ji xwe hemû tiştên wan wesa ye. Dixwe,azin biharê bigehînin havînê, havînê bigehînin payîzê û wê jî bigehînin zivistanê û bi vî awayî me mijul bikin.!

Altan Tan da zanîn ku di nava pakêtê de herêmên hatine teng kirin hene û eve jî ji bo wan xefike, ji ber ku benda hilbijartijê 10 ji sedî derdixe 20 ji sedî. Tana got: ‘Ji bo em bikarin parlamenterekê derbixin divê ji 5 paran parekê dengan werbigrin. Ji ber vê benda hilbijartinê derdikeve 20 ji sedî. Ev guhertin bo wê yekê ye ku BDP û MHP nekevin parlemenê.’

Tan gotinên alîkarê serokwezîr Bulent Arinç yên digot ma dê waneyên Kimya, Fizya û Matematîkê çawa bixwînin jî rexne kir û got: ‘Eve ne karê te ye. Gotinên ji aqlê xwe zêdetir neke! Ev gotin tenê tengezariyê zêde dikin.’

Altan Tan diyar kir ku niha hevdîtinên fermî di navbera dewletê, Îmraliyê û Qendîlê de hene û name jî diçin û tên lê divê dewlet di vê bareyê de zelal be.

Der barê polîtîkaya derve ya Tirkiyê de jî Tan daxuyand ku polîtîkaya derve ya dewletê têk çûye û got ku di mijara Suriyê de beriya hemû kesan xwe serserkî avêtin nava avê de. Ji lewma ne serkeftîne.

Rewanbej.com

 

dîtin: 394

Pêveker:

altan tan serokwezîr xwe di nava heriyê de gevast