• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Amedsporê 7 gol avêtin tîma tirkan Mersin Idman Yurdu.

Amedsporê 7 gol avêtin tîma tirkan Mersin Idman Yurdu.


barkirin: Gelawêj 27, 2017, 11:55



Yariya dihunê hatî lîstin bi êrîşeka nîjadperestî kete rojevê.
Lîstika ji alîgirên Amedsporê hatî qedexekirin ji bo faşît, nijadperest û hovên tirk vekirî bû.
Di dema leyîstikê de 3 kesên alîgirên tîma Mêrsînê ketne holê û Êrîşî yarîzanê Amedsporê Denîz Naki kirin û kulm lê dan.

Min nekariya derew û fêlên we eve bo min bû kul, lê min jî li ber we serî ne çemand eve jî bila bo we bibe kul


Lîstika ku lîstikvanê Amedsporê lêdan xwarî 7-0 bi serkeftina Amedsporê bidawî bû.

Denîz Nakî li ser rûpelê xwe yê facebookê li ser rûdanê nivîsî û got;

Beriya hertiştî ji ber rûdana dihunê, him bi rêka torbendên civakî dibe, him bi rêka peyam û telefonan dibe ji bo hemî kesên piştgirî dane min û silametî jimin re xwestî sipasiya xwe rave dikim.

Ev bûyer ji çewisandina min wêdetir, min bêhtir hêrs û rext dike. Tu hêz nikare îsal me ji serketinê û birina kûpaya ji rehmetiyê kaptanê mere rabigre.

Wekî Rehmetiyê Kaptanê me Şehmuz Ozer gotî "Bila wana xirab nêzîkî me bibin, em dê berdewam kulîlkan bidin wan" lê ji neha û pêve em dê ne tenê kulîlkan, em dê gola jî diyarî bidin wan.  Em hevrêyên Kaptanê xwe ne. Em xirab nêzîkî wan kesan nabin yên xirab nêzîkî me dibin.

Wekî Seyid Rizayê Pîr gotî
" Min nekariya derew û fêlên we eve bo min bû kul, lê min jî li ber we serî ne çemand eve jî bila bo we bibe kul"
Ew sal, ev sal
Silav û hezkirin
Deniz Nakî 

dîtin: 299

Pêveker:

denîz nakî amedspor mêrsîn mersin lêdan 7