• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Arîşeya kolana xendekan mezin dibe

Arîşeya kolana xendekan mezin dibe


barkirin: Nîsan 10, 2014, 12:18


Eve çend roje rojeva Kurdan bi kolana xendekên ser sînorê Başûr û Rojavayê Kurdistan dagirtiye. Li gorî nûçeyên ku di çapemeniyê de belav bûyî sînorê Sêmalke hatiye rakirin û ji aliyê hêzên ser bi Hikumeta Herêma Kurdistanê ve li ser sînor xendek têne kolan. Li him ber vê rewşê li gorî nûçeya di Firatnews ê de hatî belavkirin Kantona Cizîrê helwest nîşan daye. Li gorî nûçeyê Kantona Cizîrê dixwaze ku Hewlêr lêborîna xwe bixwaze.

Her çend bi awayekî fermî hîna di vî warî de tu daxuyaniyeka berçav nehatibe dayin jî di nivîsa dihunê ya Bedel Boselî de bi berferehî li ser vê mijarê zanyarî hatine dayîn. Di nivîsa Bedel boselî de tê gotin ku li gel rayedarên PDK û yên Hikumetî axifiye û di vê mijarê de agahî girtine. Li gorî van agahiyan, PDK dixwaze ku pêşî li tevlîbûnên Kurdan ji bo rêxistinên Islamî wekî DAIŞ ê bigre û bi taybet pêşgirî bike da ku rojava bi giştî vala nebe û ciyên xwe nefroşine ereban û dernkevin. Di nivîsa Bedel boselî de bal bo wan xalan hatiye kişandin ku eve demeke hejmarekî zêde ji ciwanên Kurdên başûr tevlî hêzên îslamî dibin û ev yek jî metirsiyekê li ser rewşa Kurdistanê çêdike. Di nivîsêa Bedel Boselî de tê diyarkirin ku li Rojavayê Kurdistanê jî rojê nêzîkî 5 hezar hetanî 7 hezar kes ciyên xwe difroşine Ereban û derbasî Başûr dibin. Li gorî agahiyan kesên ku ji ciyên ewle têne Başûr dê bo cihên xwe bêne hinartin û kesên ku ji deverên ne ewle bên dê karibin li Başûr bi cih bibin. Bedel Boselî dibêje ku wiya pirsa vê arîşeye ji Wezîrê Gumirkê û Serokê komisyona PDK ya Rojava Dr. Hamid Derbendî pirsiye û li gel hindek rayedarên dîtir yên PDK axifiye û di encam de ev zanyarî bidest xistine. Li gorî zanyariyan gelek dayikên Başûrê Kurdistanê serî li Hikumetê didin û pirsa zarokên xwe dikin. Tê gotin ku berî neha jî ji aliyê Serokê Hikumeta Kurdistanê Mesud Barzanî ve li gel rîsipiyên oldar civîn çêbûbûn û ji bo ku pêşî li beşdarbûna xortên Kurd bi navê cihadê ji bo van hêzên Islamî bête girtin. Di nivîsê de bal tê kişandin ku PDK hetanî neha agir li ser kesekî Rojava ne barandiye û xendek jî dijî rojava nehatine kolan. Û hate gotin nûçeyên di vî warî de jî ji rastiyê dûrin.

Daxuyaniya Kantona Cizîrê bo arîşeya kolana xendekan.

Meclîsa Rêveber a Cizîrê destnîşan kir ku kolana xendekên li ser sînorê Rojava û Başûr, perçeyek ji êrîşên li ser Rojava ne û ji hikûmeta Başûrê Kurdistanê xwest ku ji gelê Rojava lêborînê bixwaze.

Meclîsa Rêveber a Kantona Cizîrê têkildarî kolandina xendekan û êrîşa pêşmergeyan a li hemberî welatiyên ku xwestin li ser sînor nerazîbûnê nîşan bidin, daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin di demeke ku li ser herêmên Rojava bi armaca şikandina îradeya gel, êrîşên çeteyên ên piştgiriyê ji derve digirin pêk tên de, rayedarên PDK’ê bi kiryarên xwe dibin perçeyek van êrîşan. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku tu ferqek van kiryaran ji avakirina “dîwarê şermê” yê Tirkiyê nîn e û ev domandina polîtîkaya dorpêçkirina Rojava ye.

Tevî hemû bangên fermî û yên gel ku kolandina xendekan bê rawestandin jî, ev pêkanîn zêdetir hate domandin, lewre gelê Rojava li dijî derket û wiha hate domandin: “Gel nerazîbûna xwe nîşan da û hêzên ku dixwazin hişmendiya Sykes-Picot nû bikin şermezar kirin. Lê pêşmergeyan li pêşiya çavên cîhanê gule li gel reşandin û yek birîndar kir.”

Di dawiya daxuyaniyê de kolandina xendekan û êrîşa li hemberî gel hate şermezarkirin û ji hikûmeta Başûrê Kurdistanê hate xwestin ku ji gelê Rojava lêborînê bixwaze, her wiha helwesta aşkera bike.

DERIYÊ SÊMALKA HAT RAKIRIN

Herêma Kurdistana Federal, li gel kolandina xendekan di roja çalakiyên protestoyî de deriyê sînor ê Sêmalka girt. PDK’ê roja 9’ê Nîsanê li Deriyê Sêmalka yê li ser sînorê Rojava ye, ala herêmê rakir û ala partiya xwe çikand. Her wiha pira deriyê sînor jî rakir.

Deriyê sînor ê Sêmalka ji Gulana 2013’an û vir ve girît ye. Her çend carna ji bo hin derbasbûnan destûr tê dayîn jî, heta roja îro der barê girtina derî de daxuyaniyeke fermî nehat dayîn.

Ev rewş li demeke ku êrîşên li dijî Rojavayê Kurdistanê zêde bûn, rast hat. Ji destpêka Adarê ve Herêma Kobanê di bin êrîşa koma çekdar a bi navê Delweta Îslamî ya li Iraq û Şamê de ye. Ev pêla nû ya êrîşan li hemberî berxwedana Kurdistaniyên ji Rojavayê Kurdistanê hat şikandin, lê hînê li hin nuqteyan şer dewam dike. Di nava mehekê de herî kêm 419 çete ji aliyê hêzên YPG’ê ve hatin kuştin.

REWANBEJ

dîtin: 437

Pêveker:

arîşeya kolana xendekan mezin dibe