• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Arjantîn kêfxweşe, Îran bi hêrs Îtalya jî matmayîye

Arjantîn kêfxweşe, Îran bi hêrs Îtalya jî matmayîye


barkirin: Hêzîran 22, 2014, 10:08


çarçoveya lîstikên kûpa cîhanê ya fûtbolê ya Brezîlyayê ya 2014an de, Arjantînê bi encama 1-0 li Îranê bir û derbasî qonaxeke din bû.
Di yariyê de ku tîma Îranê gellekî tîma Arjantînê tengav kiribû, Arjantînê karî di deqeya 90+1 de bi gola Lenel Messî li Îranê bibe.

Rayedarên tîma Îranê piştî bidawîbûna lîstikê nerazîbûna xwe li hember karê hekeman anîn ziman û gotin, di pozîsyonekê de ku diviya cezayê penaltiyê bida lîstikvanê arjantînî, çavê xwe jê re girt.

Kosta Rîka 1 – Îtalya 0

Di têkoşînên Kûpaya Dinyayê ya FIFAyê ya 2014an de di Koma Dyê de bi tenê Kosta Rîka bû xwediyê 6 pûanan û bû pêşîkêşê koma xwe.

Di Koma Dyê de Kosta Rîka û Îtalya hatin hemberî hev.

Di pêşbirkê de Bryan Rûîz di deqîqeya 44an de gola Kosta Rîkayê avêt û pêşbirk 1 û 0 qezenc kir.

Bi vê encamê jî bû xwediyê 6 pûanan.

 

Hawarnet

dîtin: 420

Pêveker:

arjantîn kêfxweşe Îran bi hêrs Îtalya matmayîye