• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Artêşa Tirk Susik topbaran kir: 3 şervanên YPG’ê jiyana xwe jidest da

Artêşa Tirk Susik topbaran kir: 3 şervanên YPG’ê jiyana xwe jidest da


barkirin: Êlûn 20, 2013, 1:02


Hate ragihandin ku artêşa Tirk ên li ser sînorê Til Ebyadê piştî duh, şevêdin jî gundê Susikê ku şervanên YPG’ê tê de ne bi çekên giran topbaran kiriye. Hate gotin ku di encama êrîşê de 3 şervanên YPG’ê jiyana xwe jidest dane.

Çavkaniyên herêmî diyar kirin ku artêşa tirk şevêdin saet 23.00’an de gundê Susik ê girêdayî Til Ebyadê bi çekên giran hate topbaran kiriye. Hate ragihandin ku di êrîşên ku heta saet 01.00’an dom kirine de 3 şervanên YPG’ê jiyana xwe ji dest dane.

Leşkerên artêşa tirk, duh jî di saetên nîvro de ji ser girê Ceman Beg ê li aliyê Tirkiyê û dikeve hemberî gundê Susikê, şervanên YPG’ê yên gund gulebaran kiribûn. Di encama gulebarana ku ji aliyên tetîkêşan (Sekvanan) ve hatiye pêkanîn de 2 şervanên YPG’ê jiyana xwe ji dest dabûn.

Balkêş e ku dema komên çete êrîşî gundê Susikê dikirin de, gulebarandina artêşa Tirk pêk hat. Di şerê saetên serê sibehê yê duh de jî ambulansên tirkiyê hatibûn ser sînor û birîndarên çeteyan biribûn.

ANHA

dîtin: 388

Pêveker:

artêşa tirk susik topbaran kir 3 şervanên ypg