• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Asoyê helbesta Kurdî, Deryayeka çanda Kurdî di destê we de

Asoyê helbesta Kurdî, Deryayeka çanda Kurdî di destê we de


barkirin: Rêbendan 23, 2016, 1:51


Sala 2015 ê Payizê meha yanzdeha, Beraname an ku sepaneka telefonên desta wekî gencîneyeke çand û wêjeya Kurdî kete nav bazara Google Play.
Sepana bi navê – Asoyê Helbesta Kurdî – wekî berhevdanak dijîtal ya herî mezin ya Kurdî xwe ava kiriye. Bername ji hersê zaraveyên Kurdî; Kurmancî, Dimilkî û Soranî pêk tê. Bernameya ku bi sedan dîwan di nav de cih digrin di nava xwe de ji 3 hezarî bêhtir helbest û ji 400 helbestvanî zêdetir jî wêjevan û helbestvan radigre.
Sepan ji aliyê Rênas Xendekî û Mazlum Ozdogan ve pêk hatiye.
image

Di berhevoka dijîtal de şoreşeke

Asoyê Helbesta Kurdî wekî berheva wêje û helbesta Kurdî şoreşeke bi serê xwe ye. Bi hezaran helbest berhevkirin û rêzkirin û bicihkirina wan kedeka bê hempa û cangoriyeka derûnî dixwaze. Li gel berheva helbestan û rêzkirina wan wergera wan jî di asta nirxê herî bilindde ye. Amadekarên vê Sepanê ji dîrok, dîwan û hemî helbestên Kurdî veguhezînine serdema îro bi salan tevgeriyane. Di encam de şakarekî dijîtal yê mezin derket holê bi hezaran helbest bi sê zaraveyên Kurdî û li her deverê cîhanê.
image

Sepana mobîl an ku telefonên desta 

Çêkirina sepanên telefonê desta yên Kurdî di sala 2010 ê de destpê kirin. Her çend li cîhanê zû pêş ketibin jî di nava bernamegeriya Kurdî de gelek giran birêve diçe. Bi Asoyê Helbesta Kurdî ve gihişstina asteka giring û bilind ya bernamegeriya Kurdî pêk hat. Him di warê bikaranînê de, him di warê hesanbûnê de û di warê çavkaniyan de bersiva xwendekaran dide. Amadekirina sepaneka mobil di warê aborî û di warê demê de jî ked û renceka mezin dixwaze. Bo vê yekê giringiya Asoyên Helbesta Kurdî ne tenê di warê naveroka xwe de, di warê nirxê xwe yê aborî, teknîkî û keda demê de jî bilinde.

Hetanî neha ji 5 hezara bêhtir kes bername daxistiye ser telefonên xwe. Lê belê li gorî vê ked û vê nirxê hejmareka kême.

Herkesek dikare bernamê ji vira yekser daxîne ser telefonên xwe.

DAXÎNIN

dîtin: 178

Pêveker:

asoyê helbesta kurdî deryayeka çanda kurdî di destê we de

Babetên nêzîk