• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Avahiya PDK ya Silêmaniyê rastî êrîşa çekdarî hat

Avahiya PDK ya Silêmaniyê rastî êrîşa çekdarî hat


barkirin: Nîsan 19, 2014, 10:43


Li dijî avahiya PDK ya li bajarê Silêmaniyê êrîşeke çekdarî pêk hat û di encam de 2 kes birîndar bûn. Piştî vê êrîşê alîgirên PDK li ber avahiya liqa 4 kom bûn û li bajêr alozî berdewam dike.

Îro danê êvarî li dijî avahiya liqa 4 a Partiya Demokrata Kurdistanê PDK ya li bajarê Silêmaniyê êrîşeke çekdarî pêk hat û li gor agehiyan 2 kes birîndar bûn. Hate gotin ku bi du otomobîlên ku bi alên Kesk hatibêuen xemilandin teqe kirine û berpirsekî PDK ê jî ragihand ku ew bawer nake ku ti pêwendiya YNKê bi vê rûdanê re hebe.

Berpirsê liqa 4 ê PDK ê Helo Ehmed Kurde, der barê êrîşê de Rûdawê re axivî û got ku 3 otomobîl bi alên kesk gulle berdane avahiya PDKê.

Hêjayê gotinêye ku ev êrîş di demekê hestyar de pêk hat ku YNK ji pişka xwe ya di nava hikûmeta nû de nerazî ye.

dîtin: 368

Pêveker:

avahiya pdk ya silêmaniyê rastî êrîşa çekdarî hat