• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
BAHARÎN: ŞENGAL Û KOBANÎ SÊVA DEVÊ WEHÎŞAN NÎNE!..

BAHARÎN: ŞENGAL Û KOBANÎ SÊVA DEVÊ WEHÎŞAN NÎNE!..


nivîskar: Pirîskê Mihoyî
barkirin: Rezber 18, 2014, 6:59


Vê dota kurde femandar ya berxwedana bajarê Kobanîyê ya bi navê Baharîn Kendalê eva bêtirî mehekê ye tirs û xofeke mezin kirîye dilê çeteyên DAÎŞ`ê!..

Ronkbirê ermenîyî mezin Xaçatûr Abovyan nivîsî ye, ku her jineke kurd bi ruhê xwe va helbestvane! Lê na, her doteke kurd ne ku tenê bi ruhê xwe va helbestvane, lê ew bi hunurê xwe va egîd û mêrxase!..

Musulmanên radîkal, hûn pêlava lingên jinên xwe, we berê xwe dayê welatê kê? Welatên şêr û egîdan, li ku bi sîyantî dibêjin: «Şêr şêre, çi jine û çi mêre!»?

We tirê tenê xortên me bi nav û namûs, mêrxas û fêrizin?!
Va ye, dotên me jî wek mêran li himberî we şer dikin!

Gemarno, çeteno, berçûyên mirovayê, çepelên neşûştî û sipîxwir, we Şengal hilda, we tirê hûnê Kobanîyê jî zeft bikin?!

Hûn newêrin laçika reş li ser çavên jinên xwe vekin, ji ber ku hûn bawer nîn, ku jinên we wê çavderîyê nekin?!

Lê jinên me bi nav û namûsin, herdem enîvekirî û serbilindin, bi rext û çekin!..
Keremkin, xwelîserno, pêşada werin!..

Ger hûn dîsa pêşada bên, gendekên we wek eyarê genî wê yeko-yeko li ber şêmîka her xanîkî Kobanîyîyê û Şengalê wê bê raxistinê!..

Kobanî wek Kela Brêstê ye! Ew teslîm nabe!
Şengal jî wek Lênîngardê ye, ew di hesarê da ye! Zû yanê dereng ewê jî rizgar bibe!

Hûn çeteyên navnetewî yê bê dê û bav, yê bê dîn û îmam, tirsonek û qunek!
We avîtîye li ser walatê kê?!

Hûn mêr nînin, hûm mêrkokin, hûn gomîk û qunekin, heşîşkêşin, hûn berber û hovin!..

Hûn serê zarokan, xortan û kal û pîran jê dikin û pê topê (fûtbolê) dilîzin?!..
Hûn wek osmanîyan hevra şert digirin û zikê jinên hemle diqelêşin: gelo kure yanê qîze?!..

Hûn goştê mirovan, dil û hinavên wan xave-xav dixwin, hûn kuçikên keftarin!..

Hûn xelîfeta xwe çêdikin, xelîfeta we zinêkare, zû yanê dereng Xwedê wê çevê we ra bine!..

Hûn rûreşîya cihanê ne, lê cîhan jî rûreşîya we ye!..

We dê û bav, jin û zarokên xwe hîvîya kê hîştîne?
Ew herdem bendewarên behsa geverbûna we ne!..
Û hûnê li Şengalê û Kobanîyê wek kuçikan gever bibin!..

Gemarno, destên xweye neşûştî û qirêj ji ser sîng û bedena Şengalê û Kobanîyê hilînin!..

Şengal û Kobanî sêva devê weye genî nîne!..

Prîskê Mihoyî.
17.10.2014.

dîtin: 121

Pêveker:

baharÎn Şengal Û kobanÎ sÊva devÊ wehÎŞan nÎne