• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Bajarên Tirkiyê dîsa serûbin bûn. Nerazîbûna li hember kuştina Atakan berdewam dikin

Bajarên Tirkiyê dîsa serûbin bûn. Nerazîbûna li hember kuştina Atakan berdewam dikin


barkirin: Êlûn 13, 2013, 1:30


Di şeva sêyemîn de jî li bajarê Stembol, Enqere, Îzmîr û Eskîşehîrê, nerazîbûna li hember kuştina ciwanê bi navê Ahmet Atakan bi çalakiyan berdewam dike. Çalakiyên van bajaran di vê dema amade kirina nûçeyê de jî berdewam dike.

Ji bo Ahmet atakanê ku li bajarê Hataya Tirkiyê ji aliyê polîsan ve hate kuştin çalakî û xwepêşandan berdewam dikim. Eve sê şevin bajarên mezin yên Tirkiyê dibin qada şer û di nevbera polîs û xwepêşanderan de şer derdikeve.

page_istanbul-ve-ankarada-ahmet-atakan-eylemlerine-polis-mudahalesi_730658017

Stembol

Li taxa Kadikoya bajarê Stembolê komekê xwest bi armanca şermezarkirina kuştina Ahmet Atakan li ber Peykera Ga ya Altiyolê çalakiya rûniştinê encam bide. Polîsan destkariya çalakvanan kir û şer derket. Polîsan bi bombeyên gazê êrîşê çalakvanan kir û wan jî bi ber û molotofan bersiv da. Pevçûn di nava kolanên Kadikoyê de berdewam dikin.

Li taxa Gazî ya Stembolê jî heman armancî komek ciwanan çalakî pêkanîn. Li ser cadeya Îsmetpaşa çalakvanan agir vêxistin û rê ji hatinçûnê re girtin. Pevçûnên li vê taxê jî berdewam dikin.

ankara.20130913011924

 

Enqere

Kolanên paytexta Tirkiyê Enqerê jî tevlîhev bûn. Li taxên Tuzluçayir û Dîkmenê xwepêşandan pêk hatin. Xwepêşander danê êvarê li Mamaka Tuzluçayirê civiyan û dest bi meşê kirin. Polîsan bi wesayitên TOMA û bomeyên gazê êrîş kir û xwest çalakvanan belav bike. Pevçûnên li vê bajarî jî berdewam dikin.

Îzmîr

Li Îzmîrê jî navnîşana çalakiyan cadeya Qibrisê ye. Çalakvan bi dirûşman xwestin heta meydana Basmene bimeşin. Weke şeva borî li vê herêmê jî polîsan destwerana çalakiyê kir û çalakvan ji hev belav kirin. Li gor agehiyan xwepêşander li taxên cûda yên Îzmîrê kom dibin û dimeşin. Li vî bajarî polîsan kesek girtiye.

Eskîşehîr

Li taxa Yenîbaglara Eskîşehîrê jî komeke 70 kesî li cadeya zanîngehê civiyan û xwestin kuştina Atakan şermezar bikin. Çalakvanan rêya hatinûçûnê birîn û dirûşm qêriyan. Piştî hingî heta taxa Vişnelik meşiyan û çalakiya xwe encam da.

Rewanbej.com

dîtin: 366

Pêveker:

bajarên tirkiyê dîsa serûbin bûn nerazîbûna li hember kuştina atakan berdewam dikin