• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Bajarên Tirkiyê rabûn ser piyan

Bajarên Tirkiyê rabûn ser piyan


barkirin: Êlûn 11, 2013, 12:11


Li gelek bajarên Tirkiyê bi armanca şermezarkirina kuştina Ahmet Atakan xwepêşanda pêk hatin û di dema çalakiyan de di navbera polîs û girseyê de pevçûn derket. Ji ber van xwepêşandanan pêngava duwem ya Geziyê li Tirkiyê destpê kir.

Îro bi şev li Kadikoya Stembolê  li pêş heykelê Boga bi hezaran kes kom bûn. Çalekvanan piştî vekirina panqartên “ kujerê Ahmet polîsên AKP’ê ne” û “ Ahmet Atakan bê mirine” rê li ber tirafîkê girtin. Bi hezaran kesên ku meşiyan Îskelê û gelê Kadikoy jî piştgirî da çakavanan. Li Metroya Şîşxanê di navbera polîsan û girseyê de pevçûn derketin.

Her weha li gelek taxên TaksîmaStembolê jî di navbera çalakvan û polîsan de pevçûn derketin.  Li gor agehiyan gelek birîndar hene û 41 kes jî ji aliyê polîsan ve hatine girtin. Li gor agehiyan gelek rojnamevan jî hatine girtin.

Li taxa Ornektepeya Beyogluya Stembolê komekê çalakvanan rê girtin û agir hilkirin. Li kolanên Îstiklalê j3i di navbera polîs û çalakvanan de pevçûn didomin.

Bajarek din yê cihê xwepêşandanê Enqere bû. Komênku li meydana Kizilayê kom bûn çalakiya şermezarkirinê pêkanîn. Polîsan li vê derê jî êrîşê girseyê kir. Polîsan  di dema mudaxeleyê de dîsa gaza bîberê bi karanîn, di kolanan de jî pevçûn berdewam dikin. Li gor agehiyan li meydana Kizilayê gelek kes hatinegirtin.

Her weha girseyek qelebalixjî ji Dîkmen û Tuzluçayirê ber bi meydana Kizilayê ve meşiyan û çalakiyênli Enqerêhêşta jî berdewam dikin.

Li bajarê Îzmîrê jî bi hezaran kes li cadeya Qibrisê civiyan û ber bi avahiya AKP’ê ya Konakê vemeşiyan. Li vî bajarî jî polîsan beriya meydana Bsmana bi gaz û TOMA yan  mudaxeleya çalakvanan kir. Girseyê jî bi kevir û fîşekên hewayî bersiv dan. Di demaçalakiyê de dirûşmên ‘Em hemû Ehmedin, bi kuştinê xilas  nabin, Erdogan kujerê Ehmede’ qêriyan.

Li bajarê Eskîşehîr, Çanakale û Dîlokê jî çalakiyên şermezarkirinê hatine lidarxistin. Bi hezaran kesjî li van bajaran beşdarê çalakiyan bûn.

Di çalakiya Eskîşehîrê de nêzîkê hezar kesî rêya trênê girtin. Çalakvan li ser rê rûniştin û ji ber vê tren sekinî.

Çalakiyên li bajarên Tirkiyê berdewam dikin.

Rewanbej.com

dîtin: 330

Pêveker:

bajarên tirkiyê rabûn ser piyan