• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Balînayên Kujer û Menopoz

Balînayên Kujer û Menopoz


nivîskar: Metîn Eser
barkirin: Befranbar 16, 2018, 7:53


Çawa jin dikevin menopozê, wisa jî balînayên kujer yên mê di navbera temenê xwe yê 30 û 40 salî de, bi dil û daxwaziya xwe dikevin dewsa balînayên kujer yên nêr.

Temenê balînaya kujer bi qasî 90 salan e û heya vê gavê nedihat zanîn ku balînayên kujer çima diketin menopozê? Ajalên din yên temen dirêj, fîl, kûsî û meymûn heya dawiya temenê xwe dikarin avis bibin. Li gel mirov û balînaya kujer, ajaleke din ya ji malbata balînayan ya bi navê "Globicephala melas an G. melaena" jî dikeve menopozê.

Du sedemên ku balînayên kujer çima dikevin menopozê ev in;

1. Balînaya kujer naxwaze bi çêleka xwe re berevaniyê bike, rê li ber balînayên kujer yên mê vedike daku bi hêsanî bi balînayên kujer yên nêr re cotbin.

2. Dixwazin dema xwe bi torin/neviyên xwe re derbaz bikin û torinên xwe fêrî nêçîrê bikin.

Çavkanî: Science

dîtin: 369

Pêveker:

zanist balîna kujer lêkolîn