• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Balûken: AKP bi derxistina tezkereyan hewla têkdana pêvajoyê dide.

Balûken: AKP bi derxistina tezkereyan hewla têkdana pêvajoyê dide.


barkirin: Rezber 5, 2013, 2:06


Cîgirê serokê fraksyona BDPê li parlamentoya Tirkiyê Îdrîs Balûken derheqê dirêjkirina mohleta operasyonên serbazî yên derveyî sînor de nerazîbûn nîşan da û diyar kir ku hikûmeta AKPê bi dirêjkirina mohleta operasyonên derveyî sînor hewla têkdana pêvajoya aştî û çareseriyê dide.

Parlamentoya Tirkiyê roja 3ê vê mehê rê da hikûmeta wî welatî ku “dema pêwîst kir” operasyonên serbazî li derveyî sînorên Tirkiyê bi taybet li hember Sûriyê pêk bîne û “tezkereya Sûriyê” pesend kir. Duh (04.10.2013) jî hikûmetê pêşnûmeya dirêjkirina operasyonên serbazî li dijî kemp û baregehên PKK yên li başûrê Kurdistanê ku wek “tezkereya Bakûrê Iraqê” tê binavkirin, pêşkêşî parlamentoyê kir.

Wek dihat hêvîkirin BDP li dijî “tezkereya Sûriyê” derket û deng neda tezkerê. Derbarê tezkereya Başûrê Kurdistanê de jî cîgirê serokê fraksyona BDPê û parlamentoyê Çewlikê Îdrîs Balûken li avahiya parlamentoyê daxuyaniyek da û diyar kir ku hikûmeta AKPê bi tezkeryên Sûriye û başûrê Kurdistanê nîşan da ku çiqasî ji rojeva gel dûr e û tenê li pey berjewendiyên xwe ye.

Îdrîs Balûken destnîşan kir ku di demekî de ku him li nav Tirkiyê û him li derveyî Tirkiyê li benda wê bûn ku hikûmet siyasetek aştiyane bide pêşiya xwe lê hat dîtin ku di destpêka xula nû ya parlamenoyê de AKPê şer xist rojevê û ev jî rastiya niyet û zihniyeta wê nîşan dide.

Cîgirê serokê fraksyona BDPê her wiha eşkere kir ku siyaseta AKPê û derxistina van tezkereyan nîşan dide ku hikûmet li hember pêvajoyê jidilî nîne û wiha got: “Ji aliyekî ve hûn wisa nîşan didin ku bo pêşveçûna pêvajoyê karekî din lê ji aliyê din ve jî li dijî kurdên Rojava şer dikin, li Sûriyê li dijî gelê Sûriyê şêr gurr dikin, amadekarî bo operasyonên serbazî li dijî gerîlayên PKKê yên li Başûrê Kurdistanê dikin, ev dibin sedema wê ku êdî tu kes ji we bawer neke. Ji ber vê jî ne gelê kurd ne jî gelê rojhilata navîn vê yekê qebûl nake.”

Meclisa Tirkiyeyê piştî hat avakirin yekem car di 6’ê kanûna 1950’an “Bi armamca parastina aştiya cîhanê, aramiya mirovên cîhanê û pêşxistina ewlehî û aramiya mirovahiyê tevlêbûna leşkerên tirk a nava refên Neteweyên Yekbûyî (NY)” biryara Tezkereya Serokwezîr qebûl kir. Meclisê piştre ji bo leşkeran bişîne Kibrisê di dîrokên cuda de 3 caran destûra teskereyê da û qebûl kir. Teskereya yekem di 16’ê Adadra 1964’an de pêk hat. Meclisê li gorî xala 66’an a Makeqanûna 1961’an biryar da. 3’emîn biryara Tezkereyê ya ji bo Kibrisê di 20’ê Tîrmeha 1974’an de hat dayîn.

Meclisa Tirkiyeyê di pêvajoya ku Iraqê Kuveyt dagirkir û “Qirîza Kendavê” derket 3 tezkere derxist. Hikûmetê li ser daxwaza DYA’yê destûr da biryara tezkereyê û rê li pêş şandina leşkeran a welatên biyanî vekir. Hikûmetê di 12’e Tebaxa 1990’î de destûra tezkereyê da. Ewil bi navê Hêza Çekîç bi nav kir û piştre bi navê “Tevgera Keşifa Bakur” leşkerên xwe li Tirkiyeyê bi cih kir. Meclisê dîsa di heman çarçoveyê de 5’ê Îlona 1990’an de û di 17’ê Çileya 1991’an de biryara teskereyê da.

Hin teskereyên ku hikûmetê erê kirine

Hikûmetê di meclisê de piştî “Qirîza Kendavê” gelek biryarên tezkereyê erê kirin. Di 8’ê Kanûna 1992’an de 2 biryarên tezkereyê dan û biryara leşkeran bişîne Somali û Bosna-Hersek girt. Di 20’ê Sibatıa 1997’an de biryara leşkeran bişîne şerê Îsrail-Filistinê û leşker şand El Halilê. Di 10’ê Nîsana 1997 û 23’ê Tîrmeha 1998’an de biryara leşkeran bişîne Arnavutlukê, di 8’ê Cotmeha 1998’an de leşker şandin Kosova, Di 10’ê cotmeha 2001’an de ji bo leşkeran bişîne Afganistanê biryara destûrê girt.

Tezkereya 1’ê Adarê

Piştî DYA biryar da leşkeran bişîne Iraqê Meclisê 4 tezkereyên Serokwezîr erê kirin. Tezkereya Serokwezîrtiyê di 2003’an de pêşkêşî meclisê hat kirin. Di 1’ê Adara 2003’an de meclisê bi 264 dengên erê û 250 dengên na, 19 dengên pasif biryar da ku baragehê ji leşkerê DYA’yê re veke. Destûr da ku leşkerên DYA 3 mehan li Tirkiyeyê baragehê ava bike. Meclisê di 27’ê Tîrmeha 2006’an de biryar da ku leşkeran bişîne Lubnanê. Peyvira leşkerên Tirkiyeyê yên li UNIFILê peyvirdar heta 5’ê Îlona 2010’an 4 caran hat dirêjkirin. î

Meclisê di 10’ê Sibata 2009’an de biryara tezkereya deryayê girt û heta 10’ê sibata 2011’an dirêj kir.

Tezkereya Libya bu teskereya 31’an

Di çarçoveya Konseya Ewlehiya Neteweyên Yekbûyî de biryar hat dayîn ku leşkeran bişînin Libya. Li ser vê yekê ji bo leşkerên Tirkiyeyê bişînin dervê welat cara 32’emîn veguhestin çêbû. Di teskereya Serokwezîrtiyê de hat xwestin ku leşkerên Tirkiyeyê di tevgera Libya ya NATO yê de cih bigire. Di 24’ê Adara 2011’an de meclisê teskere erê kir.

Hikûmetê herî dawî di 4’ê Cotmeha 2012’an teskereya Sûriyê erê kir û îsal di 1’ê Cotmeha 2013’an de disa pêşkêşî meclisê kir. Piştre meclisê ji bilî BDP û CHP’ê AKP û MHP’ê qebûl kir û hat erêkirin.

Meclisê ji 20’ê Adara 2003’an destûr da ku TSK biçe Herêma Federal a Kurdistanê û 6 meh destûr da. Di 7’ê Cotmeha 2003’an de teskereya Serokwezîr ji bo salekê di 17’ê Cotmeha 2007’an de biryar da ku leşkeran bişîne Herêma Federal a Kurdistanê. Biryara teskereyê ya Herêma Federal a Kurdistanê di salên 2008, 2009 û 2010, 2011, 2012’an de her tim sal bi sal hat dirêjkirin. Biryara teskereyê ku heta 17’ê Cotmeha 2013’an dema wê heye dîsa anîn rojevê.

DIHA

dîtin: 380

Pêveker:

balûken akp bi derxistina tezkereyan hewla têkdana pêvajoyê dide