• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Ban Ki-mun: Divê ji bo Suriyê bi lez konferans bicive

Ban Ki-mun: Divê ji bo Suriyê bi lez konferans bicive


barkirin: Pûşper 25, 2013, 9:39


Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Ban Ki-mun diyar kir ku hejmara kesên li Suriyê jiyana xwe ji dest dane gehiştiye 100 hezar kesan û divê konferansa ku di civîna Cenevreyê de hatibû plan kirin di demek kurt de bihête pêkanîn.

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Ban Ki-mun bi daxuyaniyekê da zanîn ku di nava du salan de li Suriyê 100 hezar mirovan jiyana xwe ji dest dane. Ban Ki-mun li New Yorkê di gel wezîrê karê derve yê Emerîkayê John Kerry hevdîtinek encam da. Beriya hevdîtinê Ban Ki-mun daxuyaniyek da rojnamevanan û ji ber xizmetên wî yên aşitî û ewlekariya cîhanî û mafê mirovan spasiya Kerry kir. Ban Ki-mun diyar kir ku dê hevdîtina xwe ya îro de piranî mijara Suriyê binirxînin.

Ban Ki-mun daxuyakirin ku li Suriyê trajediya mirovahiyê her roj mezintir dibe û got; ‘Di nava du sal û nîvan de zêdetirî 100 hezar mirovan jiyana xwe ji destdan, bi milyonan kes ji cihê xwe bûn. Divê em bo vê yekê çareseriyekê peyda bikin. Divê alî dest ji şer berdin. Ji ber vê pêdivî heye ku konferansa ku di civîna Cenevreyê de hatibû plan kirin demek ji ya din zûtir pêk were.

Ban bi bîranî ku şandeya lêgerîna çekên kîmyewîli Suriyê lêkolînan dikin û got ku ew çaverêya rapora vê şandeyê ne.

Rewanbej.com

dîtin: 146

Pêveker:

ban ki mun divê ji bo suriyê bi lez konferans bicive