• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Bandora Alkolê Li Ser DNAya Şaneyan

Bandora Alkolê Li Ser DNAya Şaneyan


nivîskar: Metîn Eser
barkirin: Befranbar 6, 2018, 8:41


Alkol dikare bandorê li ser DNAya şaneyan bike û rê li ber xesareke mayînde vebike, û ev jî rîska bi nexweşiya kula heftpençeyê nexweş ketinê zêde dike.

Lêkolîner xebatên xwe li ser DNAya şaneyên mişkan pêk anîne. Lêkolîner alkola tenikkirî bi mişkan dane vexwarin û dû re jî xebatên xwe li ser DNAya mişkan pêk anîne û bandora li ser DNAyê tespît kirine, û vedibînin ku asetaldehît dikare DNAya di nav şaneyên xwînê de bişikîne an jî xesarê bigihîne. Ji ber vê jî li ser DNAyê veguherînin mayînde rû didin.

Profesor û rêvebirekî xebatê Ketan Patel wiha dibêje; “Me bi pêkanîna xebatên xwe agahiyeke girîng bidest xist ku tu kes nikare agahiya me pûç derxîne. Em ji xebat û zanyariyên xwe pişrast in ku DNAya şaneyan xesarê dibînin û ev jî rê li ber nexweşiya kula heftpençeyê vedike. Jixwe em pê dizanin ku hin nexweşiyên kula heftpençeyê ji ber xesar û veguherînên DNAyê pêşdikevin. Car caran xesar an jî veguherînên li ser DNAyê bi xwe xwe rûdidin, lêbelê me bi xebata xwe piştrast kir ku vexwarina alkolê rîska veguherînên mayînde yên li ser DNAyê pirr zêde dike.”

Lêkolîner bi heman xebatê hin agahiyên din yên weke dema xesar û veguherînin heman şêweyê rûdidin, bidest xistine û laşê meriv çawa û bi çi awayê dixwaze li hember xesar û veguherînên li ser DNAyê derbikeve, li ber xwe bide û xwe biparêze. Vedîtina du mekanîzmayên xwe parastinê jî pêk hatiye. Komeke enzîman yên xwe parastinê hewl didin asetaldehîtê parçe-parçe bikin ku asetaldehît veguhere û bibe asetat. Mekanîzmaya din ya xwe parastinê jî metoda tamîrkirinê ya DNAyê ye ku hewl dide rê li ber xesarê bigire û bêbandor bike, an jî ji nû ve vejîne lêbelê mekanîzmaya duyemîn her tim bi rengeke baş û serkeftî nikare karê xwe pêk bihîne.

Patel wiha berdewam dike; “Divê em ji bîr nekin ku mekanîzmayên xwe parastinê bêqisûr û kêmasî nîn in, û alkol ne bitenê bi vê şêweyê lê bi şêweyên din jî dikare rê li ber nexweşiya kula heftpençeyê vebike û heta kesên bi her du mekanîzmayên xurt jî dikarin nexweş bibin.”

Çavkanî: Reuters

dîtin: 240

Pêveker:

zanist alkol dna Şane lêkolîn xebat