• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Bang li PKK û çend gotin bo Rewşenbîr û Kurdperwerên Kurd | Agirî Soran

Bang li PKK û çend gotin bo Rewşenbîr û Kurdperwerên Kurd | Agirî Soran


nivîskar: Agirî Soran
barkirin: Befranbar 24, 2016, 8:10


Çend gotin û bang li Rewşenbîrên Kurd û PKK re.

Başe ne siyasetvanim, başe qet nebûme siyisetvan, lê ewe jî başe ku min siyaset zanî û nasî. Da ku kesayet û derûnê xwe ji gemara wê biparêzim. Da ku nebime amûra leyistokên wê yê qirêj. Da ku ked û berhemên ji xwîna mirovan pêk hatî nefroşim û pê cihê quna xwe mezin nekim. Eve jî başiyeke ji aliyê yezdanê dilovan ve bo min diyariye.

(Têbîniyek; Ya rastî hertim dixwazim gelek kin binivîsim. Lê ewqas tişt hene ji her yekê rêzekê binvîsim dîsan gelek dirêj dibe. Ji bo dirêjbûnê bibûrin. Her peyv gelek giring nebê qet naxwazim kesekî bi nivîsên xwe ve mijûl bikim.)

Nivîskarên Kurd di çalekiya xwe ya dawî de dirûşmeke watedar bikar anîn. “Êdî wateya nivîsê nemaye”
Heman wisaye. Wateya tu tiştekî nemaye ne tenê ya nivîsê. Wateya kar û barên kurdewarî jî nemaye. Wateya Kurdîtiyê jî nemaye. Ji ber ku “Hêz” ava nakin. Nabin bandor, nabin çare, nabin çarenivîs, diyarker nabin û rewşa Kurdan baş û baştir nakin. Her tiştê çarenivîsa Kurdan ne guherê tu wateya xwe nîne. Ji dîrokê re bimîne jî bê wateye. Ji ber îro çare pêwiste. Îro ji kurdan re hêz û kirdarî, hiş û hizir pêwiste.
Di nava civata Kurdan de xêrnexwaz kêmin. Piraniya Kurdan ji bo Kurdayetiyê xêrxwazin bo vê yekê pir kesê wekî xêrnexwaz binav bikim tune. Yên dijmin ji xwe dijmine lê yê ne dijmin jî dilê xwe dixwaze bo Kurdayetiyê.
Mixabin tu suda vêya jî tune. Xêrxwazî, dilxwazî, dilpakî, hestên Kurdewarî, hêsten tijî agir jî îro nabe çare. Bo vê yekê Kurd her çend bi Kurdbûna xwe serbilind û serfiraz jî bin, Kurd her çend bi berxwedana xwe hertim şa û têr jî bin mixabin arîşeya Kurdan ji ber ku ne eve sûda wê tune. Pesindana Kurdayetiyê, Berxwedana Kurda, bi canfidayî şehîdbûn, kom kom hatina kuştin eger “çareyek” ê di nava xwe de ranegire em bi şev û roj bêjin “şehîd namirin” jî tiştekî bo wan şehîdan nayênê.
Wekî helbestvanekî gotî; ma “me çi dît û çi nedît”. Ji ber kêfa xwe xirab neke dema fermandarekî bi dehan kes rêdikirin mirinê bê nexş û bê pîlan. Piştî şehîdbûnê dîsan heman “fermandarî” xelateke mezintir werdigirt û bi sedan kesên dîtir rêdikirin mirinê. Ji xwe piraniya wan an li ber deriyê dijminan bûne sêwelek, an jî di rêka bilindbûnê de her berdewam dikin.
Eger 50 hezar şehîdê vî gelî hebe 25 hezar jê ji ber mêjiyên sivik, berjewendiyên ferdî, berpirsiyariyeka erzan û derûnên têkçûyî pêk hatiye.
Ev ne serbilindiye. Wekî gelik serdeman vê serdemê jî piraniya Kurdan dema xwedî li şehîdan, li leheng û qehremanan derdikevin xirabî û xisara mezin ya li ser serê Kurd nabînin an jî naxwazin bibînin.
Hemî rewşenbîrên Kurd, yên ez nas dikim û yên nas nakim, ne ku gotinê bibim bênim rasterast vedixwînim bo hizirandin, lêpirsîneke navxweyî û ji nûvre şirovekirineke kur ya roja me ya îro. Ez venaxwînim berpirsiyariyê, venaxwînim bo dilpakiyê. Gumaneka min ji vê yekê nîne. Mirovên berjewendîhez dibe hebin lê banga min giştiye. Hişyar bin. Bi ser xweve bên. Çawan be kesên bang li wan bê kirin ne hun bin jî, hema her çareyeke dî tune qet nebê bila ev gel, ev mirov rastiyan û tiştên giring ji devê we bibihîzin.

Başe çiye mijar?
Mijar PKK ye. Mijar biryarker û berpirsên hêzên sereke yên Kurdin.
Her ku roj derbas dibin rexneyên mirovan jî hêdî hêdî tujtir dibin. Hetanî beriya mehekê kesekî HDP jî rexne nedikir. Neha êdî herkesî berê xwe daye HDP. Qey ji bo hun PKK rexne bikin divê çend salî dî Kurd bêne kuştin? Ez qala hejmaran nakim êdî qala salan dikim. Çend bajar an jî çend welatî dî bila tune bibin?
Tiştekî seyre lê belê rewşa siyaseta Kurd û birêveçûna wê heman wekî ya Dewleta Tirkî û welatê Tirkiyê birêve diçe.
Dema Dewleta Tirk çirokek bi navê “Ergenekon” derxist û hemî şervan, şerker, welatparêz, kom, tîmên taybet yên Kurdistan kirî dojeh girtin û kirin girtîgeha. Serî li wan zîvirî ji ber ku wana bi dilxweşî Kurd kuştibûn û li gorî xwe erda tirkiyê parestibûn. Heman demê, di heman rojan de, Endamek yê Konseya PKK hatibû pêşya Gerîllayan û weha gotibû; “Di van deh salên dawî de ewên dijwar di nava şer de cih girtî hemî çetene û ji bo tekoşîna rizgariya netewî metirsiyeke mezinin.” Û PKK jî dest pê kir kî tuj û dijwar, kî şervan û şerker, kî Jîr û jêhatiye di şerde hemî piştdest kirin. Mirovên beriya bi mehekê di şer de sist bane dibû xayîn, piştî girtina Serokê PKK bi meheke şerxwaziya wî dibû xayintî. Û bi hezaran kesên jîr û jêhatî bi carekê re belawela bûn. Ji xwe ew jî wekî Tirkiyê bi navê “Ergenekonê” hatine binavkirin. Sûcê wan tenê ew bû ku bi qehremanî şer kiribûn.

Neha jî tiştekî dîtir dibe. Li Tirkiyê kî rejîma Erdoxan rexne bike. An jî dewleta Tirk rexne bike û erkê xwe yê gelek gelek asayî yê mirovî bicih bênê yekser ji aliyê dewletê ve belayek tête serê wî.
Mixabin di Kurdan de jî heman wisan lê hatiye. Rexnekirina PKK, rexnekirina çewtiyên PKK wekî xeta sore.
Ya rastî gelek kes ji xwe rexneyên bê wate û şêlû jî li PKK digrin. Lê çi dibe bila bibe rexne rexneye, mirov nikare helwestê dijminatî di rexneyan de bigere.
Tiştên berbiçav çend xalên giring destnîşan bikim.
Beriya hertiştî em dê hesabê kuştina Kurdan ji kê bixwazin?
Ji Erdoxan? Tişt ji vêya bêhiş û nezantir tune. Ma erdoxan serokê me ye?
Ji Dewleta Tirk? Ma dewleta meye? Dema em tiştekî ji dewletê bixwazin an jî hêvî bikin ma ev nabe bênamûsî? An jî nabe parsekî?
Ji Hikumeta Herêma Kurdistanê? Ma Kurdên bakur û bi taybet hemî alîgirên PKK kengî Barzanî bo xwe serok dîtine? Kengî ew “Serok” dîtine? Kengî baweriya xwe bi Hikumeta herêma Kurdistanê anîne? Ji henekpêkirinê bêhtir û gelik caran jî bêbextiyan bêhtir çi li ser gotine? Wê demê çima berpirsê aloziya bakur bibe ew?
Ji Ewrûpa? Ma ewrûpa ne ew welatin yên eve 100 sale çekan didin Tirkiyê, û Tirkî ne bi rengekî fermî şirîkê wan yê leşkerî ye? Ma tirkî ne kuçikê fermî yê ber deriyê Rûsya û Îranê ye ji bo Ewrûpa û Emerîka?
Ji Bajarên dîtir yên Kurdistanê? Bajarên dîtir dikarin çibikin? Tanqê wan hene? Top hene? Nasnamene dîtir di berîka wandene? Parlementoyeke wan ya bi serê xwe heye? Artêşeke wan ya taybet heye? Tu tiştê wan tune.
Wê demê berpirsiyarî hemî ser şanê PKK ye. Çima herkes virde wêde dibe û tîne?
Eve 40 sale Kurd zarokên xwe didin PKK, eve 40 sale mal, milk, semyan, nav û nîşanên xwe didin PKK. Ez wisan nebêjim. Kurdan bi xwîna xwe PKK ava kir. PKK çek, vîn, hêz û çakuçê destê Kurda ye. Wê demê ev berpirsiyarî hemî di ser şanê PKK ye. Mafê PKK tune henekê xwe bi vî miletî bike. Mafê PKK nîne wekî dewleta Tirk tev bigere û Kurdan bê parestin bihêle.
Sala 1999 ê dema Serokê PKK hate dîlgirtin nêzîkî 10 hezar Gerîlla an jî endamên PKk hebûn. Her 10 hezar kesî name nivîsîn û gotin em dixwazin herin bajarên tirkiyê xwe biteqînin.
Ez di wê baweriyê deme eger 10 milyon alîgirên PKK hebin û yên ne alîgir jî ji bo azadiya Kurdan, ji bo aramiya Kurdistanê û ji bo berjewendiyên Kurdan dikarin xwe di yek rojê de biteqînin û dijminan serobino bikin.
PKK nehişt. Yek kes jî xwe biteqîne û pêvajoyeka nû destpê kir. Rêxistineke û dikare bi her rengî siyaseta xwe biguhere. Lê îro hertişt aşkereye ku dewleta Tirk dîsan henekê xwe bi Kurdan kir. Qet nebê îro bila neçe. Îro bila ev welat wêran nebe.
Ew 20 gerîllayên li çiyayên şemzînanê şehîd dikevin heyfe. Dîsan heyfe û dîsan heyfe. Beriya bîst salan jî li wî çiyayî 20 gerîlla şehîd diketin. Şerê ku bi 20 kesa biser bikeve mafê wê hêzê tune bi hezaran şehîd bide û S ya serkeftinê jî diyar nebe.
Serhildan û Berxwedana nava bajara berxwedana gele. Hemî Kurd rabin ser piyan jî eve têra rizgarbûn û têra aramiya Kurdistanê nake. Tenê yek çareya vê heye. Ji dema roja vî şerê qirêj destpêkirî ez dibêjim û dîsan dibêjim. Divê PKK xwe bide eniya pêş. Berê xwe bide bajarên Tirkiyê.
Ez wekî hindekan PKK rexne nakim ku li bajaran xendek vekirine an jî gerîlla dixê bajaran. Ez PKK hişk rexne dikim û bang li PKK dikim ew xendek tu çareyekê bi xwere nayênin. Divê xendekên mezin li pêş bajara bêne kolan divê bajarên tirkiyê bişewitin ne ku bajarên Kurdistanê. Ez PKK rexne nakim ku çima şer dike. Ez rexne dikim çima PKK şer nake. Eger hun vî şerê bajara şerê PKK dibînin wê demê PKK tu tiştek ji şer fam nekiriye. Wê demê PKK ne hêzeke şere.
Bi vî şerî wê Kurd tune bibin. Wê Kurd yek bi yek bi qencê xwe û xirabê xwe ve, bi zarok û kalên xwe ve bi rewşenbîr û siyasetvanên xwe ve bêne kuştin û PKK dê bo xwe temaşe bike.
PKK serî heta binî xelete. Bi daxuyaniyên xwe xelete, bi kiryarên xwe xelete û bi biryarên xwe xelete.
PKK Hemî hêza gerîlla bixê Cizîrê jî wê bêhtir Kurd tune bibin û tu encamê bî xwere nayênê . Sala 1993 yan Gerîlla li Deştên Serhedê Doçka danîn ser Terektora û êrîşî wargehên leşkera dikir. Sala 1993 yê Gerîlla li cizîrê bû, li şirnexê di bajaran de bû. Li Amedê herroj li nav bajêr bûn. Dîsan dibêjim 40 salî dî jî bi vî rengî şer bê kirin û Kurd bi “Serbilindiyên” berxwedana ciwanên bajara û şehîdên bi qehremanî şehîd ketin nikarin serkeftinê bînin. Kilîta serkeftinê di şer deye. Dijminê himber we dijminekî wisane henekê xwe bi helwest û çalekiyên nerm dike. Dijminekî wisane wekî hîtler milyonek leşkerê wî bê kuştin jî ne xema wî ye. Wekî dîtir jî Ewrûpa û Emerîka vekirî piştevaniya van kuştinan dikin. PKK herroj bi nûnerên Emerîka re rûnê jî ev rastî nehatiye guhertin.
Kuştin nikarin li hêviya demê û stratejiyên nû bimînin. Mirov têne kuştin bajar talan dibin, wêran dibin.
HDP wê çi bike? Vê demê jî barê rexneya ketiye ser HDP. Ma HDP ne partiyeke PKK ye? Wê demê çi xeletiya dikê? PKK nabêje dewlet dijmine. Nabêjê ew meclîs neya meye. Nabêje neçin meclîsê. PKK dibêje dijminê min Erdoxane, leşkerên Kurdan dikujin tîmên Erdoxanin. Bo vê yekê jî HDP siyaseta PKK wekî ku dixwazê dimeşîne. Ez di vêyade xeletiyekê nabînim. Hetanî karim vêya jî bibêjim di nava HDP de kesên dijî komkujiya bêyî pkk û hdp tevdigerin jî ji aliyê dewletê ve yekser têne kuştin.
Eve dibe ku bist care PKK daxuyanî dide û dibêje “Bila gelê me rabe ser piya” an jî “Eger wisan dewam bike em dê gerîlla daxin bajara” Û daxwuyaniyên wekî vêya yên pûç. Pûçin. Gelê bê tu tişt rabê dê çibe? Çawan eger hun 10 gerîlla bixin sitenbolê dikare hemuyî bişewitîne ew jî 10 tîmên taybet derdixin ser bana û bajarekî tune dikin. Deh bajarê dî rabin ser piya dê çi bikin? Ma girseyên gel û gerîlla wekî hevin ? parestina wan, birêvebirina wan, pêdiviyên wan, vana dê bi çi rengî û ji aliyê kêve bêne dabînkirin. Ew malbatên 5 şehîd dayî kesên dawî mayî jî di vê xopan û wêranê de şehîd dikevin.
Bi tu rengî vî gelî ev heq nekiriye.
Bo vê yekê jî di serî de banga min li zana, rewşenbîr, hişmend û berpirsiyarên civakî yê Kurde ku êdî zimanê xwe biguherin. Berê xwe bidin çavkaniya mijarê.
Û çend gotinên vekirî bo PKK…
PKK bi kêre çi rengî û çi demê çi nexşên siyasî çêdike bila çêke, beriya neha bi çi rengî ji aliyê dewletê ve hate leyistikê ew jî bila be. Lê îro û vê demê hemî berpirsiyarî ser şanê PKK ye. Eger PKK nekê an hew dikarê û newêrê an jî naxwazê û ev nexwestin jî dê Kurdan bo kurayiyên dîrokê tune bikê.
-PKK beriya heriştî divê bighêje xwedî awirekî rastteqîn. Dijmin û kujer Dewleta Tirke. Herçend kesên mirovhez û demokrat hebin jî di nava Tirkan de piraniya Tirkan di vî şerî de piştevaniya dewletê dikin. PKK divê vêya bipejirîne ku ev dewlet ne ya PKK û ne ya Kurda ye. Divê dest ji xwe xapandinê berde.
-PKK çi divê bike divê neha bike, ne sibê û ne hetanî dewleta tirkî tiştina bike. Ev dewlet îro Kurdan bê pîvan tune dike. Pêwist nake ez bûyerên rojê jî li vira binivîsim.
– PKK divê Kurdan biparêze. Parestina Kurdan bi şerê tirkiyê ve girêdayîye. Şûna dîsan li çiyayên Kurdistanê di deverên asê de bi bêdengî lehengên Kurd bêne şehîdkirin divê bajarên Tirkiyê bibin agir. Ez di wê baweriyê de me, wê demê hemî Kurd bê hesab û bê hizrên cûda dê piştevaniya PKK jî bikin.
-Tu rewişt, Tu pîvanên civakî, tu pîvanên mirovî, tu hizrên leşkerî, tu nexşên siyasî nabin sedem ku Kurd bêxwedan û bê parestin herroj bêne kuştin.

Gelê Kurd qehremane, gelê Kurd palewane, gelê Kurd jîr û jêhatiye lê Gelê Kurd ne peze, ne sewale. Tu tişt nabe sedem ku ev gel bi vî rengî berbi tunebûnê ve biçe. Li Rojava 50 hezar, li Başûr nêzîkî 300 hezarî, li çiyan jî bi hezaran şervanên Kurd hene û Cizîr wekî çûkekî di nav lepê mirovekî de li ber mirinê ye. Eve çi ye? Bersiva vê pirsê divê PKK bide ne bajarên Kurdistanê an jî parlementerên HDP an jî ewrûpa an jî kesine dîtir.

Ez dizanim wateya nivîsê tune. Ez dizanim ji xwe dema bi Kurdî bê kesek pir naxwîne jî. Ji xwe dema piçekî dirêj be serê xwedyê nivîsê saxbê.
Lê em nikarin ji nûvre artêşan ava bikin.

dîtin: 1057

Pêveker:

bang li pkk û çend gotin bo rewşenbîr û kurdperwerên kurd agirî soran