• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Bangladeşê Ebdulqadir Molla darve kir

Bangladeşê Ebdulqadir Molla darve kir


barkirin: Sermawêz 13, 2013, 12:09


Hikûmeta Bangladeşê cîgirê Partiya Cemaeta Îslamî, Ebdulqadir Molla darve kir. Ev agehî pêşî hate veşartin lê piştî ku berpirsekê îstîxbaratê piştrast kir di medyayê de jî haye weşandin.

Hikûmeta Bangladeşê cîgirê Partiya Cemaeta Îslamî Ebdulqadir Molla ku eve 4 salin di girtîgehê de bû, darve kir. Ev agehî pêşî ji aliyê berpirsan ve hate veşartin lê piştî ku berpirsekê îstîxbaratê ku nexwest navê wî bê zanîn, piştrast kir, di medyayê de jî haye weşandin.

Medyaya vî welatî diyar kirin ku Ebdulqadir Molla li girtîgeheke Dakayê hatiye darvekirin. Desthilatiya Bangladeşê di sala 2010 an de ji ber dadgeha tawanên şer yên navneteweyî Molla darizand. Molloa ji ber  di dema şerê serxwebûnê ya li hember Pakistanê ya di 1971ê de bûye berpirsê kuştina 344 kesên medenî tawanbar hate dîtin.

Molla eve 4 salin di girtîgeha Dekayê de bû, doh hate zanîn ku hatiye darvekirin. Her 6 kesên din yên li gel Molla weke tawanbar hatin dîtin jî sizayê heta hetayê li wan hate birîn.

Ji aliyê din ve Partiya Cimaeta Îslamî li ser vê bûyerê diyar kiribû ku ev biryareke siyasîye û dê encamên vê ne baş bin.

dîtin: 133

Pêveker:

bangladeşê ebdulqadir molla darve kir