• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Barzanî di gel PYD û El Partî hevdîtinek encam da

Barzanî di gel PYD û El Partî hevdîtinek encam da


barkirin: Pûşper 9, 2013, 10:05


Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, di gel şandên her du partiyên rojavayê Kurdistanê PYD û El Partiyê civiya.

Li gorî nûçeya malpera fermî ya serokatiya Herêma Kurdistanê, serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî îro (09.07.2013) li ofîsa xwe ya li devera Selahedîn ya Hewlêrê cuda cuda digel şandên Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) û Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê (El Partî) civiya.

Di her du civînan de li ser rewşa Sûriyê û rojavayê Kurdistanê her wiha nakokiyên navbera partiyên rojavayê Kurdistanê bi taybet PYD û El Partiyê hat axaftin û her du partiyan nêrînên xwe anîn ziman.

Piştî hingî Barzanî axivî û diyar kir ku divê partiyên kurdî yên rojavayê Kurdistanê li ser xalên hevbeş, prensîb û stratejiyeke kifş pêkve kar bikin û ji bo ku destkeftên kurdan li wî beşê Kurdistanê wenda nebe divê hemû hêz û partî hevdû qebûl bikin.

Serokê Herêma Kurdistanê rewşa niha ya Sûriyê wek derfetek zanî ji bo bidestxistina mafên gelê kurd li wî welatî.

Tê zanîn, ji ber bûyerên vê dawiyê yên Amûd û Qamişlo li rojavayê Kurdistanê û girtina endamên El Partî ji aliyê hêzên asayişa PYDê ve pêwendiyên navbera El Partî û PYDê gelekî alozî bibû.

El Partî PYDê bi wê tohmetbar dike ku dixwaze rojavayê Kurdistanê bixe bin kontrola xwe lê PYDê vê yekê red dike û dibêje, deriyê wan ji bo hemû partiyan vekiriye.

Çavkanî: Rudaw

dîtin: 291

Pêveker:

barzanî di gel pyd û el partî hevdîtinek encam da