• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Barzanî: Divê medya nebe hêceta hevrikiya aliyên siyasî

Barzanî: Divê medya nebe hêceta hevrikiya aliyên siyasî


barkirin: Nîsan 21, 2014, 4:59


Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, ragihand, nabe medya bibe hêceta hevrikiyê di navbera aliyên siyasî de. Barzanî ji hikûmetê jî xwest, bi baştirîn şêwe azadî, jiyan û ewlehiya rojnamevanan biparêze.

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, bi helkefta salvegera rojnamevaniya kurdî peyamek belav kir û pîrozbahî li hemû rojnamevan û medyakarên kurd kir.

Barzanî, her wiha diyar kir, ji bo ku rojnamevan bikarin erkên xwe bi awayekî baş bicih bînin divê aliyên siyasî nebin asteng li hember bêalîbûna medyayê.

Mesûd Barzanî, di beşek din a peyama xwe de anî ziman, ji bo ku medya ji erkên xwe yên rast dûr nekeve divê nebe hêceta hevrikiyê di navbera aliyên siyasî de.

Serokê Herêma Kurdistanê ji hikûmet, aliyên têkildar û sendîkayên rojnamevanan xwest, bi baştirîn şêwe hewla parastina azadî, jiyan û ewlehiya rojnamevanan biparêzin û divê rojnamevan û medyakar jî bi pîvan û etîka rojnamevaniyê ve girêdayî bin.

Rudaw

dîtin: 128

Pêveker:

barzanî divê medya nebe hêceta hevrikiya aliyên siyasî