• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Barzanî: divê opozîsyona Suriyê helwesta xwe ya Kurdan zelal bikin

Barzanî: divê opozîsyona Suriyê helwesta xwe ya Kurdan zelal bikin


barkirin: Gelawêj 5, 2013, 5:58


Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di gel balyoza Almanya li Iraqê hevdîtinek pêk anî û bang li opozîsyona Sûriyê kir ku helwesta xwe li hember mafên Kurdan zelal bike.

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li Hewlêrê pêşwaziya balyoza Almanya li Iraqê Birîta Vagîner kir. Li gorî nûçeya malpera fermî ya serokatiya Herêma Kurdistanê, di hevdîtinê de balyoza Almanya alîkariyên gel û hikûmeta Herêma Kurdistanê bo penaberên Sûriyê bilind nirxand û ragihand, Almanya amade ye zêdetir alîkariya awareyên Sûriyê bike.

Birîta Vagîner her wiha diyar kir ku alîkariyên saziyên navdewletî bo penaberên Sûriyê yên li Herêma Kurdistanê kêm e çimkî alîkariyên ku tên kirin têra wan nake.

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî jî rexne li saziyên navdewletî kir ku di alîkarîkirina penaberên Sûriyê yên li Herêma Kurdistanê de xemsar bûne û alîkariyên wan di asta pêwîst de nîne.

Barzanî her wiha bang li opozîsyona Sûriyê jî kir ku divê mafên gelê kurd li Sûriyê berçav bê girtin û helwesta xwe li hember mafên kurdan eşkere bike.

Li gorî nûçeyê, balyoza Almanya ji kurdên rojavayê Kurdistanê xwest bibin yek û bi awayekî hevbeş kar bikin.

Jêder Rudaw

dîtin: 417

Pêveker:

barzanî divê opozîsyona suriyê helwesta xwe ya kurdan zelal bikin