• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Barzanî: Em dest ji rapirsî û serxwebûnê bernadin

Barzanî: Em dest ji rapirsî û serxwebûnê bernadin


barkirin: Rezber 12, 2014, 12:49


Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî tekez kir ku her çi ji destê Herêma Kurdistanê were dê ji bo rizgarkirina bajarê Kobanê bike û got: ‘’Eger em bikaribin bi rêya esmanî dê alîkariyê pêşkêşî Kobanê bikin.

27 roj e li bajarê Kobanê yê Rojavayê Kurdistanê şerekî dijwar di navbera şervanên Kurd û çekdarên DAİŞ’ê de heye û DAİŞ’ê ji sê aliyan ve bajar dorpêç kiriye û heta niha ji sedî 25’ê bajêr ji aliyê DAİŞ’ê ve hatiye dagîrkirin.

Li bajarê Kobanê şerê kolanan dest pê kiriye û niha bûye rojeva medya cîhanî û navxweyî. Di vê derbarê de Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di hevpeyvînekê de ligel televizyona Sky News bal kişand ser rewşa Kobanê û got: ‘’Dorpêçkirina Kobanê ji aliyê DAİŞ’ê ve bûye asteng ku Herêma Kurdistanê alîkariyê bişîne nav bajêr, lê belê Herêma Kurdistanê her çi ji dest were bo wî bajarî dike û dê bike jî.’‘

Di wê hevpeyvînê de Barzanî qala çend mijaran dike wek rewşa Kobanê, alîkariya welatên cîhanê bo Herêma Kurdistanê di şerê dijî DAİŞ’ê de û meseleya referandûm û serxwebûna Kurdistanê.

Barzanî da zanîn ku ji ber bajarê Kobanê yê Rojavayê Kurdistanê ji aliyê DAİŞ’ê ve hatiye dorpêçkirin alîkariya Herêma Kurdistanê nagihe wî bajarî û ew îdîa û gotegot jî red kirin ku qaşo Herêma Kurdistanê li beramber bajarê Kobanê xemsar bûbe û wiha axifî: ‘’Dorpêçkirin bûye asteng ku alîkariya Herêma Kurdistanê bigihe wî bajarî.’‘

Serokê Herêma Kurdistanê wiha dibêje: ‘’Di şerê DAİŞ’ê de welatên Rojava alîkariya Herêma Kurdistanê kirine û her wê alîkariyê wiha kir ku ewlekarî û asayîşa Herêma Kurdistanê parastî be.’‘ Derbarê helwêsta Tirkiyê de jî Barzanî got: ’‘Herêma Kurdistanê li bendê bû ku Tirkiye zêdetir piştgiriyê bike, bi taybetî dema DAİŞ’ê berî du mehan gef li Herêma Kurdistanê dixwar.’‘

Bi baweriya piraniya pisporên leşkerî, sedema zêdebûna gef û êrîşên DAİŞ’ê li İraqê, şikestina artêşa İraqê li Mûsilê û dagîrkirina bajêr ji aliyê çekdarên DAİŞ’ê ve bû. Derbarê ketina bajarê Mûsilê de jî Barzanî nerînên xwe wiha tîne ziman: ‘’Berî kontrolkirina bajêr ji aliyê DAİŞ’ê ve, em ligel serokwezîrê wê demê yê İraqê Nûrî Malikî ketin têkiliyê û me jêre got ku eger hun dixwazin Herêma Kurdistanê alîkariya we bike divê hun bikevin tevgerê, lê Malikî guh neda van gefan û di demeke nêzîk de jî bajar ket û ji aliyê DAİŞ’ê ve hat dagîrkirin.’‘

Li ser meseleya referandûmê, serxwebûna Herêma Kurdistanê û cudabûna wê ji İraqê jî, Barzanî got: ‘’Em dest ji vê pirsê û referandûma li Kerkûkê bernadin, wate veger jê nîne, lê belê niha şerê DAİŞ’ê li pêşiya Herêma Kurdistanê ye, loma karê serekî şerê DAİŞ, jinavbirin û derxistina wê ye ji navçeyê.’‘

dîtin: 346

Pêveker:

barzanî em dest ji rapirsî û serxwebûnê bernadin