• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Barzanî: Ez dîroka xwe jibo kursî naşewitînim.

Barzanî: Ez dîroka xwe jibo kursî naşewitînim.


barkirin: Nîsan 6, 2015, 2:07


Duh Barzanî pêşwazî li Serokê Parlamentoya Kurdistanê Dr. Yusif Mihemed û Cîgirê Serokê Parlamentoya Cefer Emînkî û Sekreterê Parlamentoya Fexredîn Qadir kir û di wê civînê de pirsa destûrê Kurdistanê û mijara serokatiya Kurdistanê gotûbêj kirin.

Fexredîn Qadir ji Rûdawê re ragihand: `Barzanî ji me re got, Ez qebûl nakim careke din dema serokatiyê were dirêjkirin. Ez dîroka xwe ji bo kursî naşewitînim.`
Sekreterê Parlamentoya Kurdistanê wiha domand: `Divê yasaya Serokatiya Herêma Kurdistanê were serastkirin. Divê em bi çavekî din li pêşeroja Kurdistanê binerin.`
Di civîna duh de, Herdu aliyan tekez li wê yekê kirin ku pêwîst e di hemû demekê de yekrêziya nav mala Kurdistanê bê parastin.
Herwiha dûpatkirin ku pêwîst e çareserkirina arîşeyan bi rêya yekdengiya niştimanî û liber çav girtina bingehên yasa û berjewendiyên bilind ên Herêma Kurdistanê bin.

dîtin: 418

Pêveker:

barzanî ez dîroka xwe jibo kursî naşewitînim