• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Barzanî: Gelê Kurd harîkariya penaberên Rojava weke erkê xwe yê mirovî û neteweyî dizane

Barzanî: Gelê Kurd harîkariya penaberên Rojava weke erkê xwe yê mirovî û neteweyî dizane


barkirin: Gelawêj 30, 2013, 10:04


Serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî digel serokê komîsertiya bilind ya penaberan ya Neteweyên Yekbûyî Antonyo Gîterz û rêveberê rêkxistina bernameya xureka cîhanî Îrsarîn Kazn, hevdîtinek pêk anî. Barzanî daxuyand ku gelê herêma Kurdistanê harîkariya penaberên Rojava weke erkê xwe yê mirovî û neteweyî dizane.

Barzanî destnîşan kir ku hikumeta herêmê amadeyae bo hevkariya her du rêxistinan jî. Barzanî daxwaz kir ku her du rêxistin di nava Suriyê de jî bigehin xelkê ku mexdûrin û harîkariya wan jî bike.

Di vê hevdîtinê de Barzanî behsa peyama Kongreya Netewî ya Kurd ji bo her du rêxistinan jî ragehan.

Rewanbej.com

dîtin: 477

Pêveker:

barzanî gelê kurd harîkariya penaberên rojava weke erkê xwe mirovî û neteweyî dizane