• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Barzanî – Her kesê hevkariya DAIŞ bike bila biçe nav wan

Barzanî – Her kesê hevkariya DAIŞ bike bila biçe nav wan


barkirin: Adar 15, 2015, 6:19


Serokê Herêma Kurdistanê di civînekê de li gel serok hozên navçeyên Rebîa û Zumarê ku li Sihêlayê lidar xist de ragihand ku her kesê hez bike hevkariya DAIŞ bike em rê didin ku biçin nava wan, lê belê em rê nadin li nava me de sîxuriyê li ser me bikin.

Mesûd Barzanî ji serok hozên Rebîa û Zumarê li Sihêla got: Kes bacê tawanê kesekî dinê nadê. Ewê ku tawan nekiribe mafê kesî tuneye dest dirêjî wî bike. Ewê ku pêwendiya wî bi DAIŞ re hebûye em rê nadin ku vegere.

Barzanî got: Ji bilî ziyanê, DAIŞ çi pêşkêşî we û navçeyên Sune kiriye, em rê nadin kes destdirêjiyê li ser we bikin, divê hemû birayetiyê qebûl bikin, derfeta tolhildanê kete destê Kurdan lê belê Kurd ew nekir, çûnkî pê bawer nekê.

Ew jî diyar kir Barzanî got: Deriyê wezareta pêşmerge ji bo ku zarokên we bibin pêşmerge vekiriye daku axa xwe biparêzin.

Di axaftina xwe de Barzanî got: DAIŞ`ê wekî hikûmeta pêşîn ya Îraqê hewl da vî serî bike şerê Kurd û ereb.

Barzanî got: Em başî û xirapiya tu kesî ku li hemberî me kirine jibîr nakin. Ewên ku tawan derheqê Êzîdiyan kirine çarenivîsa wan weku DAIŞ dibe.

Serokê Herêma Kurdistanê amaje bi wê yekê jî kir û got: Her kesê hez bike hevkariya DAIŞ bike em rê didin wan ku biçin nava DAIŞ, lê belê em rê nadin wan ku li nava mede sîxûriyê li ser me ji bo DAIŞ`ê bike.

dîtin: 438

Pêveker:

barzanî