• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Barzanî hikûmet erkdar kir da ku li keçên kurd ên enfalkirî bigere

Barzanî hikûmet erkdar kir da ku li keçên kurd ên enfalkirî bigere


barkirin: Êlûn 15, 2013, 9:32


Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand, Barzanî ferman daye hikûmeta Herêma Kurdistanê lêjneyekê bo lêkolîna derbarê çarenivîsa keçên kurd ên ku di dema operasyonên efanlê de ji aliyê rêjîma Bees a Iraqê firotibûn Misrê, pêk bîne.

Berdevkê serokatiya Herêma Kurdistanê dr. Omêd Sebah, îro (14.09.2013) di daxuyaniyekê de ku di malpera fermî ya saziyê de hat weşandin, ragihand ku piştî belavbûna nûçeya dîtina belge li ser keçên kurd ên di dema operasyona enfalê de ji aliyê rêjîma wê demê ya Iraqê ve bo Misrê hatibûn şandin, tu encamek zelal li ser vê mijarê derneket.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin, ji bo ku ev mijara hestiyar û girîng çareser bibe serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ferman daye hikûmeta Herêma Kurdistanê da ku lêjneyek taybet bo vê mijarê pêk bîne û digel wî kesê ku dibêje li ser vê mijarê belge di destê wî de hene, serdana Misrê bikin û wiha hat gotin: “Eger ev tişt rast e bila wan keçên kurd peyda bikin û rastiya wê yekê ji xelkê Kurdistanê re eşkere bikin.”

Tê zanîn, beriya niha karsazê kurd û serokê grûpa şîrketên Adil Mutehîde dr. Ruşdî Seîd ji Rûdawê re gotibû: “Li Misrê herî kêm 40 keçên kurd hene ku di dema operasyonên enfalê de bo Misrê hatine sirgûnkirin. Hinek ji wan temenên wan gihîştiye 50 yan 60 sal.”

Dr. Ruşdî Seîd her wiha dabû zanîn, ew karê ku wî derbarê wan keçên kurd de kiriye hikûmeta Herêma Kurdistanê nikare di nav 10 salan de jî bike.

Mijara dîtina keçên kurd ên di dema enfalê de ji aliyê rêjîma Bees a Iraqê ve radestî Misrê hatibûn kirin, piştî belavbûna rêzefîlma erebî ya bi navê “Nîran Sedîq” a televîzyona MBC ketibû rojeva Herêma Kurdistanê.

Rudaw

dîtin: 336

Pêveker:

barzanî hikûmet erkdar kir da ku li keçên kurd ên enfalkirî bigere