• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Barzanî: Iraq naxwaze arîşeyan li gel Herêma Kurdistanê çareser bike

Barzanî: Iraq naxwaze arîşeyan li gel Herêma Kurdistanê çareser bike


barkirin: Êlûn 20, 2013, 12:15


Nêçîrvan Barzanî serok wezîrê hikûmeta herêma Kurdistanê dibêje:´´Bexdad niyeta çareserkirina arîşeyên nîne li gel herêma Kurdistanê û naxwaze çarser bo arîşeyan vebîne.´´

Serok wezîêr hikûmeta herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî duh roja çarşembîyê di konfranseke rojnamevanî de di bareya pirsên hilawîstîyên navbera Hewlêr û Bexdadê û çareserîya wan de got:´´ piştî çendîn kombûn li Bexdadê li gel hikûmeta navendî, gihîjtime ewê encamê ku Bexdad niyeta çareserîya kêşeyan nîne li gel herêmê û nexwaze jî ku çaserî bo kêşeyan vebîne, belku dixwaze kontrola karan bike.

Nêçîrvan Barzanî herwiha got, ku Bexdadê heger niyeta ewê yekê heye ku pêşîya pêşkevtinên herêma Kurdistanê bigre heta ewê dema ku xwe digihîne asta Kurdistanê. Barzanî di berdewamîya bêjedana xwe de got:´´ ji ber wê yek jî di dema vegera xwe de, min ji wezîrê samanên sirûştî re ragihand, ku em kar dikin bo serbixweyî di buwarê sotemenî û kehreba de li herêma Kurdistanê. Her ji ber wê jî me ew yek kire dirûşma xwe.´´ Barzanî ragihand, ku di ewê pêngavê de wan gelek bi wêrekî kar kir û di karê xwe de jî serkevtî bûne.

Serok wezîrê herêma Kurdistanê amaje bi ewê da ku herêma Kurdistanê hewl dide nefta xwe bi rêya Turkiyeyê bigihîne Ewropa û welatên din û got:´´xewna me ya mezin maye û ew jî ewe ku em nefta xwe bigihînin welatên din.´´

Nêçîrvan Barzanî di berdemîya gotinên xwe de ragihand:´´ em gef nînin bo ser hîç welatekê, naxwazin jî ji ewê destûra Iraqê ku heye hîç tiştekê têde zêde bikin, belku dixwazîn di çarçoweya destûra Iraqê de karên xwe bikin û em dixwazîn bi hemahengî li gel Iraqê kar bikin.´´

Barzanî tekez kir, ku ew dixwazin ew karên ku dikin bo xizmeta kurd, ereb û hemû pêkhatên dinên Iraqê de be.

Serok wezîrê herêma Kurdistanê di bareya rewşa Iraqê jî de got:´´ em êş û azaran dikêşîn û me gelek pê nexweşe ku dibînîn rewşa Iraqê bi vê coreyê ye, welatîyên wê rojane ji çend demjimêran zêdetir kehreba nînin di demekê de ku Iraq xodanê jêdereke dewlemendê mirovî û sirûştî ye û ji ber wê jî mixabine û xelkê Iraqê hêjayî xizmeta zêdetire.

Jêder PNA

dîtin: 359

Pêveker:

barzanî iraq naxwaze arîşeyan li gel herêma kurdistanê çareser bike