• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Barzanî ji bo Newrozê gotarekê pêşkêş dike

Barzanî ji bo Newrozê gotarekê pêşkêş dike


barkirin: Adar 19, 2014, 10:36


Çavkaniyekê ji Serokatiya Herêma Kurdistanê ji BasNewsê re got ku dê Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bi helkefta cejna Newrozê gotarekî pêşkêşî xelkê Kurdistanê bike.

Heman çavkaniyê da zanîn ku dê gotara Barzanî nivîskî be û ji dezgahên ragehandinê re were şandin û derbarê naveroka wê de jî got: ‘’Naveroka gotarê taybet e bi Newrozê, lê dê behsa pirsgirêkên Herêma Kurdistanê ligel Bexdayê jî were kirin û tê çaverêkirin qala tiştên girîng bike.’‘

Sala borî di şahiya Newrozê de Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li Parka Şanedar a Hewlêrê bi awayekî rasterast gotarek pêşkêşî xelkê Kurdistanê kir.

Basnews

dîtin: 394

Pêveker:

barzanî ji bo newrozê gotarekê pêşkêş dike