• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Barzanî ligel Erdogan û Davutoglu civiya

Barzanî ligel Erdogan û Davutoglu civiya


barkirin: Gelarêzan 1, 2013, 11:28


Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Stenbolê ligel Serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û Wezîrê Derve Ahmet Davutoglu civiya.

Nêçîrvan Barzanî di çarçoveya serdana xwe ya Tirkiyê de, îro (31.10.2013) li Otêla Conradê ya Stenbolê ligel Davutoglu civiya. Piştî hinek dîmen hatin girtin hevdîtin ji çapemînyê re girtî berdewam kir.

Hat ragehandin ku di serdana Barzanî de ku li ser daweta Serokwezîr Erdogan pêk hat, dê li ser têkiliyên Hikûmeta Herêma Kurdistan û Îraqê yên digel Tirkiyê û herwiha li ser rewşa Sûrîyê gotûbêj werin kirin.

Di hevdîtinê de Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Îmad Ehmed, Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fuad Husên, Wezîrê Çavkaniyên Xwezayî Aştî Hewranî û Berdevkê Hikûmata Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî jî amade bûn.

Piştî civîna ligel Davutoglu, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî digel Serokwezîrê Tirkiyê Receb Tayyip Erdogan jî civiya.

Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî, ku îro li ser vexwendina Serokwezîr  RecepTayyip Erdogan hat Tirkiyê, piştî hevdîtina digel Wezîrê Derve, li Koşka Dolmabahçe ya Stenbolê ligel Erdogan jî civiya.

Li gor agahiyan, civîna her du serokwezîran nêzîkê saet û nîvekê berdewam kir lê piştî civînê tu daxwiyanî nehat dayîn.

dîtin: 441

Pêveker:

barzanî ligel erdogan û davutoglu civiya