• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Barzanî û şanda Amerîkî behsa rewşa Kobanê kirin

Barzanî û şanda Amerîkî behsa rewşa Kobanê kirin


barkirin: Rezber 17, 2014, 9:00


Serokê Herêma Kurdistanê Mesud Barzani li Dihokê pêşwazî li şandeke Amerîkayê kir ku pêk hatibû ji Şêwirmendê Konseya Ewlekariya Netewî Tony Blinken û Cigirê Wezîrî Dervê bo Karûbarê Îraq û Îranê Bret McGurk. Di civînê de behsa Kobanê û êrişên ser baregahên DAÎŞ’ê li Kobanê hat kirin.

Derbarê civînê de Bret McGurk di Twittera xwe de nivîsiye ku civîna wan li gel Serokê Herêma Kurdistanê 3 saetan berdewam kiriye û behsa rewşa Kobanê û çawaniya bombe barankirina DAÎŞ’ê li Kobanê û encamên wan êrişan kirine.

Berpirsê Peywendiyên Derve yê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Hêmin Hawramî jî li ser Twittera xwe wiha belav kiriye ku ew jî beşdarî cîvîna Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û şanda Amerîkî bûye.

Serok Barzani û Şanda Amerîkî di demekê de civiyan ku ev mehek dibe bajarê Kobanê yê Rojavayê Kurdsitanê ji aliye DAÎŞ’ê ve hatiye dorpêç kirin û di navbera çekdarên DAÎŞ’ê û şervanên Kurd de şerekî dijwar heye û hêzên hevpeymanan jî li Kobanê bê navber êrişên binke û baregahên DAİŞ’ê bombardiman dikin.

Ji aliyekî din ve du roj e li bajarê Dihokê di navpera Encûmena Niştimanî ya Kurd li Suriye (ENKS) û Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) de civin tên kirin ji bo çareserkirina pirsgirêkên di navbera herdu aliyan de.

Berî niha BasNewsê eşkere kiribû ku Amerîkayê merc danîye pêşiya aliyên Kurd yên Rojavayê Kurdistanê ji bo alîkariya leşkeri bide wan û ew merci jî ew e ku divê aliyên Kurdî li Rojavayê Kurdistanê hêzeke hevbeş pêk bînin.

McGurk di Twittereke din de nivîsandiye ku li Bexdayê ligel berpirsên İraq civiya ye û Hêzên Hevpeymanan li Kobanê 4 êrişên esmanî birine ser baregah û binkeyên DAÎŞ’ê li li bajarê Kobanê.

dîtin: 366

Pêveker:

barzanî û şanda amerîkî behsa rewşa kobanê kirin