• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Barzanî yek ji serokê herî serkeftî yê Rojhilata Navîn e

Barzanî yek ji serokê herî serkeftî yê Rojhilata Navîn e


barkirin: Sermawêz 24, 2013, 5:49


Rojnameya Independent a Brîtanî dibêje ku Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî yek ji serkirdeyên lêhatî û bi ezmûn ê Rojhilata Navîn e.

Rojnamevanê navdar ê Brîtanî Patrick Cockburn di nivîsekê de ku îro di rojnameya Independet a Brîtanî de bi navnîşanê ‘’Kî serkirdeyê îsal ê Rojhilata Navîn e?’‘ belav kiriye, têde pênc serkirdeyên Rojhilata Navîn bo sala 2013’ê destnîşan kirine û Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî yek ji wan serkirdeyan daniye ku herî zêde tesîra wî li ser navçeyê hebûye.

Cockburn di nivasa xwe de behsa wê yekê dike ku Barzanî her ji sala 1991’ê ve heta niha di pêşvebirin û bihêzkirina serbixweyî ya Herêma Kurdistanê de rolekî gelekî aktîf dîtiye û wiha berdewam dike: ‘’Herêma Kurdistanê yek ji wan navçeyên Kurdistanê ye ku di warê aborî de gelekî pêş ketiye, evna jî bi saya wê çavkaniya gaz û petrola wê ya ku heye û çawahiya rêvebirina wê bi awayekî stratejîk ku kariye peywendiyeke bihêz ligel Amerîka, Îran, Tirkiye û hikûmeta Bexdayê çêbike bêyî wêya bibe qurbana hîç aliyekî ji wan, evna jî lêhatîbûna Barzanî îspat dike wek serkirdeyekî Kurd.’‘

Di raportê de rola Barzanî di proseya aştiyê ya navbera hikûmeta Tirkiyê û Kurdên wî welatê de jî bilind tê nirxandin ku di civîna bajarê Diyarbekirê ya ligel Serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, Barzanî bi cilên neteweyî yên Kurdî rawestiya bû û daxwaza biratiya Kurd û Tirkan dikir li wî welatê ku evna jî rojeke dîrokî ye bo neteweya Kurd.

Di wê nivîsê de wiha tê gotin: ‘’Tişta ku Barzanî ji serkirdeyên din ên hilbijartî cuda dike ew e ku hestekî wî yê rasteqîn heye û evna jî wiha lê dike di demên tengav de gelekî jîrane tevbigere.’‘

Barzanî yek ji wan pênc serkeftîtirîn û bibandortirîn serkirdeyên Rojhilata Navîn e bo sala 2013’ê û ewna jî wiha ne; Serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, Serokwezîrê Îsraîl Benjamîn Netenyahu, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, Serokkomarê Îranê Hesen Rûhanî û Ebû Bekir Bexdadî ku wek Ebû Du’a tê naskirin di rêzbendê de pileya yekem bidest xistiye.

dîtin: 368

Pêveker:

barzanî yek ji serokê herî serkeftî rojhilata navîn e