• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Bavê xwe yê 86 salî li ser pişta xwe bir ser sindoqê

Bavê xwe yê 86 salî li ser pişta xwe bir ser sindoqê


barkirin: Adar 30, 2014, 5:17


Mehmet Şahînê ku li Silopiya navçeya Şirnaxê dijî, bavê xwe yê 86 salî ji bo dengê xwe bide, li pişta xwe kir û bir ser sindoqa dengdanê.

Li Silopiyê dengdana ku serê sibehê di saet 07.00’an de dest pê kir, berdewam e. Mehmet Şahînê ku li taxa Nûhê dijî, ji ber ku bavê wî Yaşar Şahîn nikarî bi rê ve biçe li pişta xwe kir û bir ser sindoqa dengdanê.

Li gor AA’yê, Yaşar Şahîn di bin çavdêriya berpirsiyarên hilbijartinê de raya xwe da û kurê wî Mehmet dîsa ew da pişta xwe û bir malê.

Mehmet Şahîn got ku bawê wî pir mezin e û nikare li ser piya bisekine û wiha axifî: ‘Bavê min xwest ku dengê xwe bide. Min jî dilê wî nehişt. Min ew pişta xwe kir û anî dibistanê da dengê xwe bide.’

dîtin: 360

Pêveker:

bavê xwe 86 salî li ser pişta xwe bir ser sindoqê