• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Bayik: Hiştina HDP di bin bendê de îlankirina şer e

Bayik: Hiştina HDP di bin bendê de îlankirina şer e


barkirin: Gulan 28, 2015, 5:56


Hevserokê konseya birêvebir a KCK`ê, Cemîl Bayîk ragihand ku, bi hîleyên hilbijartinê hiştina HDP’ê ya di bin bendê de tê wateya îlankirina şer li dijî gelê kurd û hêzên demokrasiyê.
Di gotara xwe de ku îro di rojnameya Azadiya Welat de hatiye belav kirinê Cemîl Bayîk balê dikşîne ser lîstikên hilbijartinê û radighîne ku: AKP polîtîkayeke gelekî xeter dimeşîne. Divê hemû hêzên demokrasiyê û gelê kurd bizanibe ku bêbandorkirina îradeya hêzên demokrasiyê û bilêvkirinên ku HDP dê nebe muxetab tê wateya ku piştî hilbijartinê hem ji hundir ve hem jî li der ve dê şer bimeşînin.
Bayik got: Em hikûmeta AKP’ê careke din hişyar dikin; bi hîleyên hilbijartinê hiştina HDP’ê ya di bin bendê de tê wateya îlankirina şer li dijî gelê kurd û hêzên demokrasiyê. Ev tê wateya destpêkirina şerekî piştî hilbijartinê.
Cemîl Bayîk cext li wê yekê jî kir û got: HDP tê wateya, îfadeya îradeya siyasî û civaka demokratîk a hêzên demokrasiyê yên Tirkiyeyê û bi têkoşîna azadiya kurd hatiye afirandin. Heke demokrasî pêş bikeve û pirsgirêka kurd çareser bibe, ev yek dê bi ferzkirina gavavêtinê ya civaka demokratîk û îradeya siyasî ya hatiye afirandin pêk were.

dîtin: 411

Pêveker:

bayik hiştina hdp di bin bendê de îlankirina şer e