• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Bayik: Kurdistan dikare bibe Swîsreya Rojhilata Navîn

Bayik: Kurdistan dikare bibe Swîsreya Rojhilata Navîn


barkirin: Nîsan 19, 2014, 6:55


Hevserokê desteya rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik diyar kir ku enerjiya li Kurdistanê tê hilberîn sed qat zêdeyî pêwistiyane û destnîşan kir ku heta Kurdistan xwedî li dewlemendiyên xwe dernekeve, wê nikaribe xwe ji xizaniyê rizgar bike.

Di gotara xwe de ku di rojnameya Azadiya Welat de hatiye belav kirin Cemîl Bayik got, “Eger çavkanî û hêza mirovan bigihêje hev Kurdistan dikare bibe Swîsreya Rojhilata Navîn.”

Di berdewamiya gotarê de Bayik dibêje: “Tevî enerjiya li Kurdistanê tê hilberîn sed qat zêdeyî pêwistiya enerjiya Kurdistanê ye jî, herî zêde Kurd ji vê enerjiyê bêpar hatine hiştin.”

Bayik got: “Heta Kurdistan xwedî li dewlemendiya çavkaniyên xwe xwedî dernekeve wê nikaribe xwe ji xizaniyê rizgar bike. Eger dewlemendiyên Kurdistanê li Kurdistanê bimînin pirsgirêkên aboriyê dê bi temamî çareser bibin.”

Li dawiya gotara xwe de Cemîl Bayik teqez kir ku divê rêveberiyên herêmî yên li Kurdistanê bibe modeleke rêveberiya herêmî ya ku rejîm û zîhniyeta siyasî ya li Tirkiyeyê dixe zorê û jê derbas dike, lazim e pêş bixin.

dîtin: 424

Pêveker:

bayik kurdistan dikare bibe swîsreya rojhilata navîn