• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Bayik: Kurdistan wê bibe movika pişta Rojhilata Navîn.

Bayik: Kurdistan wê bibe movika pişta Rojhilata Navîn.


barkirin: Befranbar 21, 2014, 7:09


Hewlêr (Rûdaw)- Hevserokê Desteya Rêveber ya Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Cemîl Bayik ragihand ku herçend di şerê ku di encama bihara erebî de Kurdan zirar dîtibe jî, lê wê gelê Kurd ji van şeran yê herî serkeftî derbikeve.

Bayik di hevpeyvînekê ligel telefîzyona fermî ya Rûsya de diyar kir ku di nexşeya ku di salên 1990yan de ji bo Rojhilata Navîn a mezin hatî çêkirin de, nexşeya Kurdistanê heye û wa diyare ku Kurdistan wê bibe movika pişta Rojhilata Navîn.

Cemîl Bayik got “Li Rojhilata Navîn lîstika şerê cîhanê yê siyemîn tê lîstin, sîstema sermayeya hemdem ku welatên Rojava pêşkêşî jê re dikin, dixwazin nexşeya herêmê li gor berjewndiyên xwe biguherînin”.

Hevserokê KCKê herwiha got “Tirkiyê di krîza Sûriyê de bi dijmantiya Kurdan de kêmasiyeke kujek û stratejîk kiriye”.

dîtin: 381

Pêveker:

bayik kurdistan bibe movika pişta rojhilata navîn