• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Bayik: Me heya buharê molet daye Tirkiyê

Bayik: Me heya buharê molet daye Tirkiyê


barkirin: Sermawêz 3, 2013, 4:59


Hevserokê konseya birêvebir a KCK ragihand ku, me heya Buharê molet daye Tirkiyê eger şertên me pêşkêş kirine qebûl bike wê muzakere bidomin eger na wê cardin li Tirkiyê şer biqewime.

Di hevdîtinekê li gel malpera “Yüksekova Haber”ê de hevserokê konseya birêvebir a KCK Cemîl Bayik derbarê pêvajoya çareseriyê axivî û got: Eger weha berdewam bike wê li Tirkiyê şer derkeve. Min berê jî ji raya giştî re aşkira kir. Min got ger weha dewam bike ew hêzên ku me berve başûr ve vekişandiye emê cardin berê wan bidin bakûrê Kurdistanê.

Bayik weha berdewam kir: Me got ku jibo ku carek din şer dernekeve divê AKP muzakeryan qebûl bike. Ji bo muzakereyan me 3 şert dan pêş AKP (1- Mercên ku Ocalan têde dijî bêne guhertin. Jibo muzakeryan Ocalan muxateb bê girtinê. Ne tektîk divê stratejîk nêzk bibin. 2- Muzakere bi awayekî qanunî bê misoger kirin. 3 – Muzakere dibin çavdêriya aliyek sêyemîn birêve biçin). Eger ev bêne qebûl kirin pêvajo wê dewam bike, ger na, teqez AKP`ê pêvajo bidawî kiriye.

Cemîl Bayik got: Me heya buharê deliv naskiriye. Ger van şertên me gotin qebûl bike û di warê muzakereyan de gav bêne avêtin çareserî wê di rêya xwe re dewam bike. Berovajî wê yekê eger bi vî awayê niha pêvajo wê birêve neçe.

Bayik teqez li wê yekê kir ku êdî ew rê nadin xapandinê û wê rê nede ku kes wan bixapîne.

dîtin: 433

Pêveker:

bayik me heya buharê molet daye tirkiyê