• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Bayik: Ti dijminahiya rêber Apo, PKK li dijî Tirkiyê nîne

Bayik: Ti dijminahiya rêber Apo, PKK li dijî Tirkiyê nîne


barkirin: Rêbendan 2, 2014, 2:06


Hevserokê desteya rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik di hevpeyvînekê li gel rojnameya Vatan a Tirkî re axivî û diyar kir ku, ti dijminahiya rêber Apo, PKK û gelê Kurd li dijî Tirkiyeyê nîne.

Bayik der barê pevçûna di navbera AKP-Cemaetê de ya di dema dawî de rû da got: “Eger PKK bi tenê dijminahiya Tirkiyeyê bikira, wê bi awayekî cuda tevbigeriya. Ji vê rewşê jî diyar e ku ti dijminahiya Rêber Apo, PKK û gelê Kurd li dijî Tirkiyeyê nîne. Yên ku îro herî zêde bi berpirsyarî tevdigerin rêber Apo, PKK û gelê Kurd e.”

Bayik got: “PKK di vê demê de hêzeke hevsengiyan diguherîne ye. PKK li Tirkiye û Sûriyeyê ketiye rewşeke diyarker. Eger PKK ji armanc û xeta xwe dûr bikeve, wê xwe bi xwe tine bike, wê bêwate bimîne.”

Bayik bal kişand ser cemaetê û got: “Cemaetperest hêzeke îdeolojîk û xwedî têkiliyên navneteweyî ye. Fethûllahperest bi êrîşkariya xwe ya li Kurdistanê re dixwaze PKK’ê tine bike û xwe li desthilatdariyê bicih bike.”

Bayik teqez li wê yekê jî kiriye ku, hemû pêkanînên li Kurdistanê ji aliyê cemaetperestan ve hatin pêkanîn.

Bayik gotina Fethûllah Gulen a “Dikare bi Îmraliyê re jî hevdîtin bê kirin” di hevpeyvîna xwe ya bi BBC re anîbû ziman nirxand û got: “Çima niha? Gelekî zelal e. Pêwendiya xwe bi pêvajoyê re heye. Niha li Tirkiyeyê ne krîza hikûmetê belku krîzeke dewletê heye.”

Cemîl Bayîk bal kişand ser tişta ku AKP li ser piyan dihêle û got: “Ya ku AKP’ê, Erdogan li ser desthilatdariyê digire polîtîkaya aboriyê ye. Dest li polîtîkayên aboriyê jî tê werdan. Bi van hemûyan re dixwazin ji desthilatdariya AKP’ê, ji desthilatdariya Erdogan xwe xelas bikin. Ez zelal e. Vê yekê bi kê re dikin? Bi Camaetê re. Li pişt wê kî heye? DYA. Amerîka bi Cemaetê re kar dike. Ji ku derê ve lê dan? Ji nelirêtiyê. Ev nuqteyeke gelekî girîng bû.”

Bayik diyar kir ku yên hewl didin PKK’ê bikşîne aliyê xwe wê bi ser nekevin û got, “Refên me cuda ne. Em dixwazin hêzên demokrasiyê xurt bibin. Ji bo vê dixebitin. Em naxwazin ne AKP ne jî Fethûllahî xurt bibin. Xurtbûna van herdu hêzan bi kêrî berjewendiyên Tirkiyeyê nayê.”

Jêder: ANF

dîtin: 170

Pêveker:

bayik ti dijminahiya rêber apo pkk li dijî tirkiyê nîne