• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Bêgunehê

Bêgunehê


nivîskar: Şivan Zeren
barkirin: Nîsan 23, 2014, 12:53


Çavên te tê bîra min her wek gullekê bera li qefesa sînga min dikeve Xezalê… Çavkaniyên êşên min wek avzêmeke bêdeng diherike li dû te, li dû te valahiyeke xweza kerr dike dimîne… Hemî derdên xwe yî takekesî bigûwêşim nagihe sedema perçekirina te û perçekirina welatê me bêgunehê!..
“Dayê dê perçeyên welatê min, qetîtikên bedena min bide hev! Bi dawa xwe veke ji bo lorîneke dawîn ya dilê xwe…”
Keziyê te bihûnim, çavên te yî belek ramîsim, pêlîstokên cûr be cûr bînim ji Xezala xwe re,  di nêv axa bav û kalan de çêkim dergûşa xewa dawîn. Ji kerba xwe bibim dareke rût li ber te bibim darê mirazan ji bo mindal an.

Bera xecxecok bibêjin ev çend dem e li ser êşa bindestiyê çira me pêdikevim şevên biyanîstanan, bila guldexwînên çiyayan nîşa we bike çendîn şikestî me ji dilînên xwe, bila şevereşkên Ehrîman bi we bide fêhmkirin ji kengê ve hatime dagirkirin…

Teqil biavêjin teqil kevokên Mêrdînê ma ne ji me re ehd e, bihewa kevin pezkûviyên Cûdiyê ma ne ji me re bihar nêzîk e…

Bayê qewmînan min daye ber xwe, dengê mûsîqeya Reşîd Sofî semayê digire li dora rûhê min î rewan, li Medresa Sor qendîla şevê pêketiye bo xatirê kûrahiya tariyê. Bêdengiyeke demûşk girtî min di mehdika tenêtî û pir êşiya xwe de dihejîne. Ji kengî ve, hetanî kengî ev şîn û reş girêdana me ey kesê ji axê re axîna xwe tefandiye!?

28.09.2013 – 31.11.2013

dîtin: 190

Pêveker:

bêgunehê