• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Belgeyên zindî | Sîdar Jîr

Belgeyên zindî | Sîdar Jîr


barkirin: Adar 3, 2014, 9:39


Berhemên wêjeyî belgeyên zindî yên dîrokî ne. Min di nivîsên xwe yên borî de ev yek anîbû ziman. Ji ber ku ji destpêka nivîs û jiyana ‘civakî’ de wêje amûreke xurt a afirandinê û xaleke girîng a bîra dîrokî ya civakê ye.

Bêguman hemû berhemên wêjeyî di çarçoveya ‘berhemên wêjeyî belegeyên zindî yên dîrokî ne’ de divê bên nirxandin. Lê di nava wan ‘belegeyan’ de yên ku mirov bêhtir ber bi xwe ve dikişîne û gelekî taybet in ‘NAME’ ne.

‘Name’ bi awayekî giştî ji Misra BZ 2400 (Serdema Fîrewnan) heta roja me ya îro ku bi saya teknolojiyê tên şandin(e-peyam û hwd.), tim û tim bûne amûreke ragihandinê.

Her çawa ku Fîrewnan ji bo ragihandin û belavkirina fermanên axa dewletê name wekî amûr bi kar anîne û ew dibin belgeyên dîrokî yên dema xwe, bi heman şêweyê ‘nameyên wêjeyî’ jî belgeyên zindî yên serdema xwe ne. Ji ber ku ew nameyên wêjeyî bi awayekî vekirî yan jî sergirtî, fikr û raman û hewldanên wêjeyî yên serdema xwe vedibêjin.

Ji bo nifşê serdema xwe û yên piştî xwe amûreke gelekî xurt a têgihîştina serdema ku nivîskarê/a wê nameyê tê de jiyaye. Ji ber ku nameyên wêjeyî bi awayekî ne tenê serdema xwe ya wêjeyê vedibêjin, bi awayê giştî jiyana civakê jî vedibêjin. Tenê bi vê taybetiyê bimîne jî, tê dike ku em wekî belgeyên zindî wan binirxînin.

Ji lewre divê neyê jibîrkirin ku nameyên wêjeyî ne tenê ji kesekî/ê re tên nivîsandin anku evînî yan jî tijî gilî û gazinc in. Di heman demê de belgeyên rexneyî yên wêjeyî û dîrokî ne. Lê heta demekê ew rexneyên ku di wan nameyan de hatine ziman, dibe ku tenê di arşîva kesekê/î de mabin.

Ji ber ku çeşnên din ên wêjeyî; çi helbest, çi roman, çi çîrok û hwd. her çiqasî serdema xwe vebêjin jî ne pêwîst e her tiştî ‘rasteqînî’ vebêjin. Ji ber vî awayê ‘rastiya vegotina civakê’ jî, dikarin pirs(girêk)ên di hişê xwendevanan de nebersivînin an jî nebe bersiveke têrtijî. Nameyên wêjeyî di cihekî de jî bersiva van pirs(girêk)ên ku pêdiviya wan bi ravekirineke dilînî û rexneyî hene ye.

Digel rewşa roman, helbest, çîrok û hwd. nivîsên rexneyî carna nikarin pêdiviya têgihîştina dema xwe zelaltir bikin jî, berhemên bi wî rengî (wekî çîrok, roman, helbest û hwd.) ku hemû yan jî beşek wan ji nameyan pêk tên jî hene. Ev name carna wekî ya lehengên berhemê û carna jî rasterast ên nivîskar in. Wekî mînak ‘Têkiliyên Xeter (Les Liaisons des Dangereuses)’ a Choderlos de Laclos,  ‘Êşên Wartherê Ciwan’ a Goethe, ‘Nameyên Îranê’ ya Montesquieu û jimartina gelek mînakên bi vî rengî jî pêkan e. Her çiqas ligel nameyên rasterast ên ji aliyên nivîskar ve ku gelek nameyên wêjeyî di nava berhemê de ji aliyê lehengekî xeyalî ve, bi mekan û bûyerên çêkirî/tevnî hatibin nivîsandin jî, ev yek rê li ber zindîbûna belgeyî ya ji bo dîrokê nagire. Ji lew re kana wan nameyan mirov e û dema/kêlîka li mekanên wê serdemê tê jiyîn e.

Lewre nameyên wêjeyî ku ji aliyê nivîskar (yan jî leheng) ve ji keseke/î din re tê nivîsandin, di heman demê de ji bo her kesî ye. Ji ber ku di nameyên wêjeyî de fikr û raman, hest û dîtinên nivîskar/leheng ên der barê rewşa hunerî, wêjeyî û berhemên serdemê de tê vegotin. Bi van taybetiyên xwe name amûrên xurt ên ragihandineke dûrist in û ji bo serwextiya civakê jî belgeyên zindî yên dîrokî ne.

Azadiya Welat

dîtin: 489

Pêveker:

belgeyên zindî sîdar jîr