• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Beqên bê guh, bi devê xwe dengan dibihîsin.

Beqên bê guh, bi devê xwe dengan dibihîsin.


barkirin: Êlûn 3, 2013, 1:38


Zanyaran derxistin ku beqên biçûk yên Gardiner yên bê guh bi rêya devê xwe dengan dibîhîsin. Beriya vê dihate gotin ku ev beq kerr in.

Li gor nivîsa kovara zanistî ya Proceedings of the National Academy of Sciences, zanyaran tespît kirine ku beqên Gardiner yên bê guh, sîgnal an ku sinyalên dengan bi rêya devê xwe dibîhîsin. Her weha ji ber vê yekê beq dikarin dengekê ber û bilind derbixin.

Bejna beqên Gardiner ji santîmekê kêmektir dirêje, lê belê dengê wan yê bilind di tevahiya daristanê de olan dide. Li ser deng û bihîstina beqan lêkolîn hatine kirin.

Di çarçoveya vê lêkolînê de dengê beqan hate tomarkirin û paşî hate dîtin ku ev beq nêzîkê dengê xwe dibin û heta hindek wan xwe li cîhazê dengê dipêçin.

Di beşa duwem ya lêkolînê de bi rêya tîrêjên X simulasyona serê beqan hate kirin. Hate dîtin ku denma deng derdikeve devê van beqan dilerize û her weha ev deng bi rêya dev digehe mejiyê beqan. Di encam de hate dîtin ku ev beq bi rêya devê xwe dengan dibîhîsin.

Li gor lêkolîneren ev rêbazê bi rêya dev bihîstina dengan dikare ji bo mirovên kerr û yên nabih3isin j3i bibe hêviyek.

Jêder BBC

dîtin: 223

Pêveker:

beqên guh bi devê xwe dengan dibihîsin.